‘25'ê Mijdarê bûye alaya destkeftina têkoşîna azadiya jinê û domdariya têkoşînê’

KBDH'ê got:''25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li jinê ya Navnetewî bûye alaya destkeftina têkoşîna azadiya jinê û domdariya têkoşînê''.

‘25'ê Mijdarê bûye alaya destkeftina têkoşîna azadiya jinê û domdariya têkoşînê’
23 mijdar, 2018   07:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Tevgera Yekbûyî ya Şoreşger a Jinan (KBDH) ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Tundiya li jinê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuayniyê de hate gotin:''Êdî jinên çewisandî, kedkar hê xurt in û ber bi hişmndiya azadiyê ve diçin. Serwewriya zilêm, ji hêla rejîma Qesrê ya AKP'ê ve, bi rêya saziyên îdeolojîk hewl tê dayin ku li ser hemû civakê were ferzkirin û bi hemû gavên sazûmanî hewl tê dayin ku zindî were hiştin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin:''25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li jinê ya Navnetewî bûye alaya destkeftina têkoşîna azadiya jinê û domdariya têkoşînê''.

KBDH'ê bal kişande ser polîtîkaya AKP'ê ya li jinê û got:''Dîktatoriya faşîst a zilam serwer ji bo ku hebûna xwe mîsoger bike, li dijî zayenda tê çewisandin, li dijî nasnameyên cinsî êrîşên sîstematîk tîne. Cuntaya Qesrê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi tundiya civakî xwe têr dike û her wiha tundiyê geş jî dike. Rejîma Qesrê ku krîza aborî û rêveberî lê giran bûye, ji bo ku ji krîzê derkeve bêhtir xwe dispêrê planên faşîst û mêtinger. Xewn û xeyalên xwe yên mêtinger ji nav sînorên Bakurê Kurdistanê wêdetir dibe, tundiya zilêm bi şowenîzmê û xeyalên fethê geş dike. Li Rojava, li Qadên Parastinê yên Medyayê jinên ku hebûna xwe dane têkoşîna azadiyê jî dike hedefa tundiya serwreriya zilamê faşîst.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin her gotina ku ji devê Erdogan derdikeve bi rengê ku rolên zayendiya civakî meşrû bike derdikeve, gefê dixwe ku jin werin rêzekê û fermanê dide zilêm ku tundiya li jinê bikin. KBDH'ê got:''Tundiya mêr bi teşwîqkirinê tê zêdekirin, tundiya li jinê ji çarçoveya sûc tê derxistin, kirine kelevajiya ku mafê zilêm e. Ji bo vê jî tecawizkar li dadgehê têne berdan, bi 'navtêdana neheq' ceza pir têne kêmkirin, di nav civakê de li ber tundiya dewletê çav têne girtin.''

KBDH'ê herî dawî got:''Em pê dizanin jin, ji bo ku pêla hemû êrîşa zordariya zilam serweriya paşverû bişkînin bi hevrêtiya jinê divê zêdetir hev bigirin û wiha wê bikaribin hîsa neçariyê ji ser xwe bavêjin. Rêya tertûbelavkirina tifaqa zilêm a paşverû bi berxwedana xweparastinê û têkoşînê dibe.''