‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’

Di nava rêzeçalakiyên ku Kongreya Star ji Roja 25`ê Mijdarê li dar dixe, îro li navçeya Eyn Îsa meşek bi beşdarbûna dehan şêniyên herêma Firatê hate lidarxistin.

‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’
‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’
‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’
‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’
‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’
‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’
22 mijdar, 2018   13:10

GIRÊ SPÎ

Bi rasthatina Roja Cîhanî ya Tekoşîna Şideta Li Dijî Jinê, Kongreya Star li hemû bajar û herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakî li dar dixe. Di vê çarçoveyê de îro meşek li navçeya Eyn Îsa hate lidarxsitin.

Meş ji pêşiya Meclisa navçeya Eyn Îsa destpêkir heta qada Mesced El-Nûrî li navenda navçeya Eyn Îsa dewam kir. Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê her wiha şêniyên Girê Spî û Kobanê jî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de pankartên li ser nivîsa "Na ji şideta li dijî jinan, Jin jiyan e, jiyanê nekujin, Jina berxwedêr wê hertim li ser piyan be, azadiya rêber Apo azadiya jinê ye" herwiha wêneyên zaroka şehîd Sara Mistefa hatin hildan.

Li qada Mesced El-Nûrî gelek axaftin hatin kirin di nav de bi navê Kongra Star Xewle Ebdulcebar, Meclisa Sûriyê Demokratîk Necah Ebûd, li ser navê PYD`ê Tehanî Ebdilselam, bi navê Ciwanan Fatime Bozan û li ser navê Komîteya Perwerdê Xaliya Ebûd.

Axaftvanan tekoşîna jinan ku şerê terorê kirin û destanên lehengiyê pêk anî, silav kirin.

Herwiha axaftvanan li ser rola mezin a ku jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, rawestiyan.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Tê payîn ku Meclisa Jinên Sûriyê û mala jin li Kantona Girê Spî di 25`ê Mijdarê de meşekê li dar bixin.

(jo)

ANHA