'Armanc ji destdirêjiyên Tirkiyê dirêjkirina temenê DAIŞ'ê ye'

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di civîneke girseyî de li Girê Spî diyar kir ku evan êrîşên artêşa Tirk a dagirker di van demên dawî de armanca wê ew e ku temenê DAIŞ'ê dirêjtir bibe û got ku çareseriya Sûriyê di lihevkirina destûrî de ye ku mafê hemû welatiyên Sûriyê têde were parastin.

'Armanc ji destdirêjiyên Tirkiyê dirêjkirina temenê DAIŞ'ê ye'
'Armanc ji destdirêjiyên Tirkiyê dirêjkirina temenê DAIŞ'ê ye'
'Armanc ji destdirêjiyên Tirkiyê dirêjkirina temenê DAIŞ'ê ye'
'Armanc ji destdirêjiyên Tirkiyê dirêjkirina temenê DAIŞ'ê ye'
'Armanc ji destdirêjiyên Tirkiyê dirêjkirina temenê DAIŞ'ê ye'
14 mijdar, 2018   12:40

GIRÊ SPÎ

Meclîsa kantona Girê Spî îro di bin durişmeya "Em aştixwaz in û kuştina bêsûcan qebûl nakin" de civîneke girseyî lidar xist û têde geşedanên dawî li Sûriyê û herêmê hate nirxandin.

Di civînê ku li akademiya şehîd Emar El-Hesen a perwerdeya fikrî hatibû lidarxistin de bi sedan rûspî û şêxên eşîrên herêmê û endamên meclîs û rêveberiyên kantonê hejmareke welatiyan beşdar bûn.

Di civînê de her wiha Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed beşdar bû û der barê geşedanên dawî yên qada Sûriyê û bi taybet Bakurê Sûriyê de axivî.

Îlham Ehmed di axaftina xwe de behsa êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ku di van demên dawî de pêk hatine kir û got ku evan êrîş ne tiştekî nû ye û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk her tim dixwaze ewlehiya li Bakurê Sûriyê û giştî Sûriyê têk bibe. beriya niha jî li parêzgehên Humis û Hemayê bi riya komên çete yên girêdayî wê heman destdirêjî dikir da ku berjewendî û çavbirçîbûna xwe di Sûriyê de pêk bîne."

Îlham Ehmed got ku hikûmeta Tirk bi çavekî dijminan li projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê dinêre û bi van destdirêjî her tim hewl dide projeya demokratîk asteng bike û tevliheviyan li herêm derbixîne û wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe di axa Sûriyê de rewa bike û îdîa dike ku ew dixwaze zulma rêjîma Baasê ji ser welatiyan rabike, lê tişta ku eşkere ye Tirkiye berûvajî vê yekê dike û berhem û hilberîna Sûriyê talan dike."

Îlham Ehmed da zanîn ku Tirkiye bi van êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyê hewl dide temenê DAIŞ'ê dirêjtir bike û alîkariyê bi çeteyan re dike da ku careke din li Îraq û Sûriyê belav bibin û ew jî berjewendiyên xwe li vir û wir pêk bîne.

Der barê mijara kuştina şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî de Îlham Ehmed got ku armanc ji vê kuştinê ew e ku pêkhateyên herêmê li dijî hevûdu bide şerkirin û da zanîn ku ji bo kujer bêne cezakirin lêpirsîn hêjî berdewam in.

Îlham Ehmed bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van destdirêjiyan şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Deriyê me ji diyalogan re her tim vekirî ye da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin û divê li ser bingeheke rasteqîn pêk were ango ne li gorî lihevhatinê û divê lihevkirineke giştî derbarê destûrê Sûriyê de pêk were da ku mafên hemû welatiyên Sûriyê bêne parastin."

ANHA