HPG`ê li dijî dagirkeriya Tirk li Çelê çalakiyek lidar xist

HPG'ê diyar kir, roja 13'ê Mijdarê li qada leşkerî ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiya gerîla de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG`ê li dijî dagirkeriya Tirk li Çelê çalakiyek lidar xist
14 mijdar, 2018   12:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me roja 13'ê Mijdarê saet 14:30'î li dijî artêşa TC a dagirker ku di navbera girê Koordîne û Girê Patrîot ên navçeya Çelê ya Colemêrgê de rêya ji bo leşkeriyê çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Çalakî li dijî kepçeyekê û wesayiteke leşkerî hate lidarxistin û di encamê de kepçe û wesayit îmha bûn. Bi qasî ku hate dîtin di çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa TC a dagirker bi rêya medya xwe ev çalakî weke ku li dijî karkerên sivîl hatiye kirin bi derewî weşand. Herêma ku çalakî lê bû herêma leşkerî ye û rêya li wir tê çêkirin jî ne ji bo sivîlan e, lê ji bo leşkerî û dagirkeriyê ye."

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Lewma kesên di karê çêkirina van rêyan de dixebitin, leşkerên artêşa TC a dagirker in, ya jî hevkarê wan e. Divê gelê me guh nede nûçeyên çapemeniya şerê taybet."

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de li ser bomberdûmana balafirên şer ev agahî hatin dayin: "Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 12'ê Mijdarê saet navbera 09:30-11:0 de qadên Keşan û Şehîd Kendal ên herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.

Balafirên şer 13'ê Mijdarê saet 11:30'î qada Dola Şivê ya herêma Avaşînê, saet 13:30'î derdora çemê Avaşînê û saet 16:20'î jî qada Stûna bomberdûman kirin."