Çeteyên artêşa Tirk piştî mal û milkên şêniyan, niha jî xwezayê talan dikin

Zêdetirî 9 meh e ku artêşa Tirk a dagirker sûcên herî giran li ser gelê Efrînê pêk tîne. Vê carê bi hezaran darên zeytûnê qut dike û li herêmên di bin kontrola wan de difiroşe.

Çeteyên artêşa Tirk piştî mal û milkên şêniyan, niha jî xwezayê talan dikin
Çeteyên artêşa Tirk piştî mal û milkên şêniyan, niha jî xwezayê talan dikin
Çeteyên artêşa Tirk piştî mal û milkên şêniyan, niha jî xwezayê talan dikin
14 mijdar, 2018   09:39

BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Civaka navdewletî hîna çavên xwe ji kiryarên artêşa Tirk a dagirker re girtine ku roj bi roj kiryarên nemirovî der heqê şêniyên kantona Efrînê de pêk tîne, di destpêka dijminahiya Tirkiyeyê de civaka navdewletî çavên xwe ji bombebarandina kantonê re girtin. Her wiha di bêdengiya xwe de ma dema ku komkujî der heqê jin û zarokan de pêk hatin, civaka navdewletî di 18`ê Adarê ku kanton hate dagirkirin jî bê deng ma. Civaka navdewletî çavên xwe ji revandin, dizî, talankirin û şewitandina mal û milkên sivîlên li Efrînê re girtin.

Dema ku mirov li kiryarên Tirkiyeyê binêre, wê bibîne ku hemû peymanên navdewletî derbas kirine, ne tenê der heqê mirovahiyê de, heta ku xweza jî ji hovîtiya Tirkiyeyê nefilitî.

Çavkaniyên di hundirê bajarê Efrînê de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û piştî şewitandina darên li kantona Efrînê, dest bi qutkirina darên zeytûnê kiriye û wan difiroşe.

Li gorî agahiyên hatine ku artêşa Tirk a dagirker beriya çend rojan dest bi qutkirina darên zeytûnê kiriye, armanc dike ku xwezaya Efrînê tune bike. Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker darên zeytûnê difiroşin bajarê Ezaz, Etmê û gund û navçeyên gundên bakurê Helebê û her tonek bi 30 hezar lîreyên Sûriyêyê ye.

Der barê mijarê de, çavkaniyekî din jî di hundirê Efrînê de da zanîn ku koma ku navê Cebha El-Şamiyê li xwe dike, beriya çend rojan dest bi dizîn û talankirina mal û depoyên sivîlên taxa Eşrefiyê li navenda bajarê Efrînê kiriye.

(jo)

ANHA