Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin

Koma Hiqûqnasên Sûrî ya parastina Efrînê, 920 rewşên ku dikevin bin benda sûcên şer ên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê welatiyên Efrînê de pêk anîne, wekî dagirkirin, desteserkirina mal û milkên welatiyên sivîl, pêkanîna komkujiyan, revandin, talan û koçberkirinê belge kirin.

Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
Koma hiqûqnasan li Efrînê 920 sûcên şer belge kirin
14 mijdar, 2018   08:41

ŞERVÎN MUSTEFA / EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji destpêka êrîşa xwe ya li dijî kantona Efrînê ve hemû mafên mirovan û parastina welatiyên sivîl di rewşên şer de binpê kirin. Êrîşkaran bêtirî 12 komkujî pêk anîn û nêzî 750 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn, kuştin. Her wiha bi hezaran malên sivîlan û avahiyên giştî hilweşandin.

Dagirkeran her wiha bi sed hezaran welatiyên kantona Efrînê koçber kirin û piştî ku kantona Efrînê dagir kirin, mafên welatiyên sivîl binpê dikin. Her wiha çalakiyên talan, dizîn û desteserkirina mal û milkên sivîlan ji 18'ê Adara 2018'an ve piştî ku kantona Efrînê dagir kirin, didin meşandin û guhertina demokrafîk pêk tînin ku malbatên çeteyan li şûna welatiyên resen ên Efrînê bi cih dikin.

Bi hatina demsala çinîna zeytûnan re, artêşa Tirk a dagirker û komên çete welatiyên sivîl qedexe kirin ku hilberîna xwe ya zeytûnan wergirin. Dagirkeran bi qasî ji sedî 90 ji hilberîna welatiyên Efrînê desteser kir.

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji bo hilberîna zeytûnan derbasî Tirkiyeyê bikin, dergeheke nû di navbera Efrîn û Tirkiyeyê de vekir.

Tevî van hemû destdirêjiyan welatiyên Efrînê ji kuştin û revandinê jî ditirsin. Nemaze komên çete rêbaza revandinê ji bo pereyan ji malbat û xizmên welatiyan bistînin, didin meşandin û piştre jî neçarî koçberiyê dikin da ku dest deynin ser mal û milkên sivîlan.

Belgekirina binpêkirinên li Efrînê

Ji roja destpêkê ya êrîşa li dijî Efrînê ve aliyên hiqûqî yên hundirîn bala xwe da ser rewşa Efrînê û destdirêjiyên der heqê welatiyên sivîl de tên kirin, belge kirin.

Koma Hiqûqnasên Sûrî ya Parastina Efrînê di giştî dema êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrînê de piraniya destdirêjiyên êrîşkaran li dijî sivîlan belge kirin û herî zêde yên der heqê mafên mirovan de.

Li gorî endamê Hiqûqnasên Sûrî ya Parastina Efrîn Mihemed Seîd diyar kir ku wan bêtirî 900 rewşên destdirêjiya canî û madî belge kirine û ji rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî re şandine, lê tu bersiv ji wan nehatiye wergirtin.

Her wiha ziyanên madî jî ku welatiyên Efrînê yên berxwedêr ku li kantona Şehba dimînin, belge kirin. Tê gotin ku ziyanên mal û milkên welatiyên Efrînê yên li herêma Şehbayê ku çeteyan li Efrînê desteser kirine, bi milyaran e.

Li gorî çavkaniyan ji destpêka dagirkirina Efînê ve bêtirî 2 hezar 500 welatiyên sivîl hatine revandin û ji wan 850 çarenûsa wan ne diyar e û di nava wan de 145 jin jî hene.

Qanûnên navneteweyî li hemberî sûcên şer, hevpeymanên girêdayî wê û parastina sivîlan

Hevpeymanên Cinêvê ku di çar qonaxan de pêk hatine, ji sala 1864'an heta 1949'an sûcên şer kategorîze kirin. Li gorî hevpeymana çaremîn divê welatiyên sivîl di rewşên şer de bêne parastin û mafên wan ên sivîl bêne parastin.

Piraniya binpêkirinan di Hevpeymana Lahayê ya sala 1899'an û sala 1907'an de bi navê Belgeya Dadgeha Nurnbergê ya leşkerî ya navnetewî ya sala 1945'an de hatin komkirin û wek "binpêkirina qanûna şer û pîvanên wî" hate pênasekirin. Di nava wan de kuştina welatiyên sivîl li herêmên dagirkirî yan koçberkirina wan, kuştina dîlgirtiyên şer, kuştina rehîneyan, talankirina milkên taybet û hilweşandina wan hene.

Hevpeymana Laheyê ya parastina milkiyeta çandî di rewşên şer de hevpeymaneke navneteweyî ye û ji aliyê dewletên ku îmze kirine ve tê xwestin ku parastina çandê di şer de bikin. Li ser vê hevpeymanê 100 dewletan di 14'ê Gulana 1954'an de li bajarê Lahey ê Hollandayê îmze kirine.

Îşkencekirin û kuştina dîlgirtiyan, sûcên li dijî sivîlan wek destavêtina jinan, destdirêjiya li mal û milkên taybet, bikaranîna sivîlan û koçberkirin, îşkence û komkujî hemû di nava sûcên şer de ne.

Paşguhkirina hevpeymanan di mijara Efrînê de

Dibe ku xala herî hevbeş di nava hevpeyamên di seranserê dîrokê de, parastina sivîlan û dûrxistina wan ji rewşên şer e. Tişta ku bi serê kantona Efrînê bûye û hê jî li hemberî destdirêjiyan rû bi rû ye, divê civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyan derkeve.

Girêdayî vê mijarê endamê Koma Hiqûqnasên Sûrî ya parastina Efrînê diyar kir ku tu aliyekî hiqûqî yan mirovî yên navneteweyî berê xwe nedine Efrîn an Şehbayê da ku van destdirêjiyên li dijî welatiyên sivîl belge bikin. Tevî ku gelek dosyayên girêdayî vê mijarê ji wan re hatine şandin.

ANHA