Tevî astengdariya xwe jî di karê xwe de serkeftî bû

Ruxmî temenê xwe yê biçûk û astengdariyê, xebitî û fêrî pîşeya dirûnê bû. Miha El-Kurdî xwe baş fêrî pîşeya dirûnê kiriye û li herêmê bûye keseke navdar. Her wiha bi karê xwe hewl dide aboriya malbata xwe jî geş bike. 

Tevî astengdariya xwe jî di karê xwe de serkeftî bû
Tevî astengdariya xwe jî di karê xwe de serkeftî bû
Tevî astengdariya xwe jî di karê xwe de serkeftî bû
Tevî astengdariya xwe jî di karê xwe de serkeftî bû
14 mijdar, 2018   08:36

RÊNAS REMO – KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Miha Mihemed El-Kurdî bi eslê xwe Ereb e, ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye û di sala 1985`an de ji dayik bûye, ji nişka ve di refa çaran de bi temenê xwe yê 11 salî astengdar bû. Bijîşkan nikaribû nexweşiya wê derman bikira, ji bo wê nikaribû bimeşiya û ji dibistanê jî qut bû.

Destpêkê Miha Mihemed ji ber astengdariya xwe gelek zehmetî dîtin, lê belê dayika wê Emûne Mihemed El-Hemadî li kêleka wê sekinî û ji bo ku keça wê di psîkolojiya astengdariyê de nemîne, piştî du salan biryar da ku pîşeya dirûnê ji dayika xwe hîn bibe. Tevî temenê xwe yê biçûk jî Miha dikaribû rêgezên dirûnê wekî derz û hebkê hîn bibe.

Bi demê re, Miha El-Kurdî dikaribû fêrî dirûnê bibe. Piştî ku xebitî û fêrî dirûnê bû, niha yek ji kesên navdar li herêmê ye, dirûna cilên jinan dike ku gelek dirûnkaran nikaribû bikira. Her wiha gelek dewreyên fêrkirina dirûnê ji bo jinan li herêmê vekirin.

Miha El-Kurdî niha li ser makîneya ku dayika wê jê re çêkiribû, didirû. Tevî zehmetiya tevgera wê lê Miha bi vî karî aboriya malbata xwe bi pêş dixe û carinan ji dayik û xwişka xwe re jî dibe alîkar.

(jo)

ANHA