YCR`ê nav û ala xwe guhart

Yekitiya Ciwanên Rojava bi daxuyaniyekê encamanmeya kongreya xwe ya duyemîn eşkere kir û da  zanîn ku wan nav û ala xwe guhartin.

YCR`ê nav û ala xwe guhart
13 mijdar, 2018   17:12

HESEKÊ

Li bajarê Rimêlanê navbera 9-10`ê Mijdarê Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) kongreya xwe ya duyemîn lidar xist.

Ji bo nîqaşkirina encamên kongreyê, meclisa ciwanan a ku di dawiya kongreyê de hate hilbijartin civîna xwe yekemîn li navenda Ciwanên Meclisa Sûriyê Demokratîk a li bajarê Hesekê lidar xist. Piştî nîqaşan, meclisê bi daxuyaniyekê encamên kongreyê ji raya giştî re ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku navê Yekitiya Ciwanên Rojava, bû Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û ala wê jî hate guhartin. Her wiha di daxuyaniyê de, gelek biryar hatin derxsitin û ji wan:

-Wekî ciwanên şoreşger a Sûriyê vê kongreyê diyarî Rêber APO, şehîdên şoreşa me û li Berxwedana Serdemê dikin.

-Kongreya duyemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rizgarkirina Rêber APO wekî armaca xwe digre dest û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO em ê têkoşîn bikin.

-Ji bo rizgarkirina Efrînê û sekandina li dijî faşîsta dewleta Tirk têkoşîn were meşandin.

-Kongreya serferberiya rêxistinkirinê radighine û têkoşîna xwe li ser vî esasî dewam dike.

(kc)

ANHA