Civînên şirovekirina Roja 25`ê Mijdarê li Helebê didomin

Civînên Kongreya Star bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê li taxa Şêxmeqsûd didomin.

Civînên şirovekirina Roja 25`ê Mijdarê li Helebê didomin
Civînên şirovekirina Roja 25`ê Mijdarê li Helebê didomin
Civînên şirovekirina Roja 25`ê Mijdarê li Helebê didomin
Civînên şirovekirina Roja 25`ê Mijdarê li Helebê didomin
13 mijdar, 2018   17:34

HELEB

Kongreya Star 9 civînên cûda li taxa Şêxmeqsûd a Helebê lidar xist û bi dehan jin tevlê civînan bûn.

Di civînan de, ji rêveberên Kongreya Star Sîham Bilal, ji rêveberên têkiliyên diplomasî ya Kongreya Star Leyla Xalid û ji rêveberên komîteya perwerdê ya Kongreya Star Dunya Bekir axivin.

Kesên ku axivin bal kişand ser şoreşa ku hersê xwişkan Mirabal lidar xistin, sekandina wan li dijî desthildariyê û qetilkirina wan Roja 25`ê Mijdarê li Dominican.

Her wiha di axaftinan de rola jinê di şoreşan û taybet li qada Sûriyê ya ku rastî kiryarên hovane yên rejîma Sûriyê û komên çete hate destnîşankirin. Her wiha hate gotin ku jinê ji bo azadiya xwe têkoşiya û Şoreşa Rojava ya ku jinê pêşengtiya wê kiriye roleke mezin lîst û bû mînaka hemû jinên cîhanê.

Di dawiya hemû civînan de, hate teqezkirin ku divê jin rola xwe di hemû warên jiyanê hîn zêdetir xurt bike û li dijî şidetê bisekinin.

(kc)

ANHA