‘Divê DYA ji biryara xwe vegere û ji dewleta Tirk hesab bixwaze’

Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê ji DYA`yê xwest ku ji biryara xwe ya der barê her sê şoreşgerên Kurd û rêveberên PKK`ê de vegere û ji dewleta Tirk hesab bixwaze ku sûc der heqê gelê Kurd de kiriye.

‘Divê DYA ji biryara xwe vegere û ji dewleta Tirk hesab bixwaze’
9 mijdar, 2018   11:41

HESEKÊ

Têkildarî biryara Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya der heqê 3 rêveberên PKK`ê Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan de Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Partiya Kesk ragihand ku DYA li şûna daxwaza agahiyan der barê rêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, divê ji Tirkiyeyê bixwaze ku careke din vegere ser maseyê û bi PKK`ê re bide û bistîne.

Partiyê di berdewama daxuyaniya xwe de ji DYA`ê xwest ji biryara xwe vegere û ji dewleta Tirk ku sûc der heqê gelê Kurd de kiriye, hesab bixwaze.

Her wiha Partiya Kesk di dawiya daxuyaniyê de wiha lê zêde kir: “Heta ku hin dewlet parçeyên Kurdistanê dagir bikin û nahêlin gelê Kurd li welatekî demokratîk û azad bijî hebin, biryarên bi vî rengî nakevin xizmeta ewlehî û îstiqrara li Rojhilata Navîn.”

ANHA