Şêniyên Dirbesiyê: Em serê xwe ji dijmin re natewînin

Şêniyên navçeya Dirbesiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker der heqê herêmên Bakurê Sûriyeyê de şermezar kirin. Şêniyan tekez kir ku dê ev êrîş vîna gelên herêmê têk nebin, lê belê dê israra wan di berxwedanê de zêde bike.

Şêniyên Dirbesiyê: Em serê xwe ji dijmin re natewînin
9 mijdar, 2018   06:48

HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê didomîne. Di encamê de sivîl, di nav de zaroka bi navê Sara ya 6 salî, şehîd bûn û tevî sivîlan rojnamevanên ajansa me Hawarê birîndar bûn. Şêniyên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê nerazîbûnên xwe li hember van êrîşan anîn ziman û israra xwe di berxwedanê de tekez kirin.

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Elî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker der heqê herêmên Bakurê Sûriyeyê de nikarin vîna gelên herêmê têk bibin, ji ber ku gel bi xak û welatê xwe v eve girêdayî ye. Elî wiha domand: "Êrîşên dewleta Tirk nayên qebûlkirin. Dewleta Tirk li ku derê gelê Kurd hebe şerê wî dike. Lê bila Erdogan baş bizanibe ku vîna gelê Kurd xurt e."

Elî gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Em gelek bi xak, şehîd û rêberê xwe ve girêdayî ne. Madem Kurd hene dê maf û xaka xwe biparêzin. "

‘Êrîşên dewleta Tirk me natirsînin lê berovajî wê vîna me xurttir dikin’

Jina bi navê Hindiyê Mihemed Bekir êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û wiha got: "Êrîşên Tirkiyeyê me natirsînin, lê belê vîna me xurttir dikin. Eger pêwîst bû em ê di eniyên şer ên destpêkê de şer bikin. Erdogan nikare xaka me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, dagir bike."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Şemse Ehmed dayika şehîdekî azadiyê got: "Ez dayika şehîd im. Ji bo parastina xaka xwe ez amade me, can û zarokên xwe feda bikim û em serê xwe ji dijmin re natewînin."

Dayika şehîd wiha domand: "Em wek jin pêwîstiya me bi piştgirî û parastina tu kesekî tune ye. Em gelek xwedî vînek xurt in."

(şx)

ANHA