Mazot li şêniyên taxa El-Romaniye tê belavkirin

Bi hatina zivistanê re saziya Sadkop piştî ku mazot li gundewar û cotkarên gundewarên bakurê Reqayê belav kir, niha jî mazotê li şêniyên taxa El-Romaniye belav dike.

Mazot li şêniyên taxa El-Romaniye tê belavkirin
7 mijdar, 2018   11:35

REQA

Saziya Sadkopê piştî ku mazot li gundewarên bakurê Reqayê Til El-Semin, Tişrîn, Hezîme, Tolea, Xenîz Xîşa, Xenîz Emrî, El-Rewda, El-Yermûk, El-Salehiye û El-Hikûmiyeyê belav kir, îro jî dest bi belavkirina mazotê li şêniyên taxa El-Romaniye ya bajarê Reqayê kir.

Piştî ku aramî û ewlehî li herêmê hate peydarkirin û şêniyên Reqayê li malên xwe vegeriyan, saziyê dest bi belavkirina mazotê kir.

Welatiyê bi navê Mûhend El-Elî got îro wan dest bi belavkirina mazotê li şêniyên taxê kiriye.

Belavkirina mazotê li ser du beşan e.  Ya yekemîn dê 200  lître were dayîn û ya duyemîn piştî mehekê dê 200 lîtreyên din were dayîn.  Her bermîlek ji mazotê bi buhayê 11 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê tê dayîn.

Gerînendeyê Saziya Sadkopê Xelîl Ereb di vê çarçoveyê de got ew ê mazotê li hemû şêniyên bajarê Reqayê belav bikin.

(bx)

ANHA