Dewleta dagirker êrîşî Serêkaniyê jî kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê kir û di encama êrîşî de zerarên madî çêbûn.

Dewleta dagirker êrîşî Serêkaniyê jî kir
6 mijdar, 2018   13:29

HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker ev hefteyek e ser hev êrîşî gundên Kobanê û Girê Spî dike û di ragihandina xwe de êrîşên xwe bi gotina “Wan êrîş kir, em parastina xwe ya meşrû dikin” dinixumînin. Dewleta tirk vê carê êrîşî sînorê Serêkaniyê û Kaniya Xezalan a bakurê Kurdistanê kir.

Dewleta Tirk a dagirker îro derdora saet 14.00’an li taxa Mihetê ya Serêkaniyê li ser sînorê rojava-bakurê Kurdistanê êrîşî cihê tov û semadê yê Serêkaniyê kir. Di encama êrîşê de zirareke madî çêbû.

(bm)

ANHA