Îsraîl gefa hedefgirtina S-300’an li Sûriyeyê dixwe

Rayedarekî Îsraîlê gefa hedefgirtina S-300’an ku Rûsyayê dane rêjîma Sûriyeyê xwar, eger li dijî Îsraîlê bêne bikaranîn.

Îsraîl gefa hedefgirtina S-300’an li Sûriyeyê dixwe
6 mijdar, 2018   09:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa RIA Novostî ya Rûsyayê li ser navê Wezîrê Karûbarên Qudsê û Parastina Hawîrdor û Kevneşopî û Çanda Îsraîlê Zaîf Îlkîn ku serokatiya Komîteya Hikumî ya Navneteweyî ya Rûsya û Îsraîlê dike, diyar kir ku Îsraîl amade ye êrîşî baregehên S-300 yên li Sûriyeyê bike, eger li dijî armancên Îsraîlê bêne xebitandin. Îlkîn hêvî kir ku pisporekî Rûsî li ba S-300’an hebe.

Piştî ku balafira Rûsyayê Il-20 li hemberî berava Sûriyeyê di 17'ê Îlona 2018'an de hate xistin û di encamê de 15 leşkerên Rûsî mirin, Rûsyayê biryar da ku dê çekên S-300 radestî Sûriyeyê bike.