YPG`ê li dijî çeteyên ku zeytûnên şêniyên Efrînê didizin çalakiyek lidar xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku hêzên wan li dijî çeteyên ku berhemên zeytûnan ên şêniyên Efrînê didizin çalakiyek lidar xistin.

YPG`ê li dijî çeteyên ku zeytûnên şêniyên Efrînê didizin çalakiyek lidar xist
30 cotmeh, 2018   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku di çarçoveya qonaxa dûyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniya navendê dateyên çalakiyê wiha ne:

-29’ê Cotmehê li gundê Goliya ya girêdayî navçeya Raco, piştî ku komekî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dest danîn ser berhemên zeytûnên gelê gundê Goliya, yekîneyek me çalakiyek sabotajê li dijî seyareyeke vê koma çeteyan li dar xist. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

(kc)