Akademiya HPC`ê dewreya duyemîn  bidawî kir

Li Akademiya HPC`ê  ya herêma Cizîrê dewreya duyemîn bi tevlêbûna 37 endaman ji hemû bajarên herêmê bi dawî kir.

Akademiya HPC`ê dewreya duyemîn  bidawî kir
Akademiya HPC`ê dewreya duyemîn  bidawî kir
Akademiya HPC`ê dewreya duyemîn  bidawî kir
Akademiya HPC`ê dewreya duyemîn  bidawî kir
26 cotmeh, 2018   13:13

HESEKÊ

Dewreya Şehîd Enwer El-Ebd ku 15 rojan dewam kir, têde waneyên fikrî hatin dayîn.

Di merasîma dawbûna dewreyê de, endamê komîteya perwerdê ya kantona Hesekê Behrem Xalid axivî û diyar kir ku perwerde çavkaniya peydakirina çareseriyan e û rêxistinkirina civakê ye.

Endamên ku tevlî perwerdeyê bûne, gotin wan gelek sûd ji perwerdê wergirtine û tiştên ku standine wê li erdê pêk bînin.

Endamê HPC`ê Enwer El-Ebd ku dewreya bi navê wî hatibû vekirin, dema bi erka xwe radibû sala 2016`an li bajarê Hesekê şehîd bûbû.

(kc)

ANHA