Tovê genim li Minbicê dê were belavkirin

Odeya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî li Minbicê amade ye ku tovê genim ê dermankirî û mazotê ji bo çandiniyê belav bike.

Tovê genim li Minbicê dê were belavkirin
25 cotmeh, 2018   12:22

SELWA EBDILREHMAN / MINBIC

Odeya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî li Minbicê ji bo belavkirina tovê genim ê dermankirî li ser cotkarên Minbicê ji bo mewsima çandiniyê ya sala 2019 amade ye. Nirxê tov wek 160 lîreyên Sûriyeyê hatiye diyarkirin.

Tê payîn ku Odeya Çandiniyê tov di destpêka meha Mijdarê de belav bike.

Li gorî Odeya Çandiniyê li Minbicê ku cureyên bêne belavkirin doma 4 û qasî ne. Ji bo ku nexweşî nekeve nava berhemên çandiniyê û taybet genim, Odeya Çandiniyê 350 kîlogram tov ji her hektarekê re xuya kiriye.  Li gorî daneyên odeyê, dê li herêma Minbicê derdora 2 hezar hektar erd bê çandin.

Hevserokê Odeya Çandiniyê li Minbicê Cemîl Mihemed diyar kir ku Odeya Çandiniyê ji bo hemû pêdiviyên cotkaran amade ye.

(jo)

ANHA