Komploya li dijî Ocalan li Lubnanê hate şermezarkirin

Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê  di nava civînana de hate şermezarkirin.

Komploya li dijî Ocalan li Lubnanê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Ocalan li Lubnanê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Ocalan li Lubnanê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Ocalan li Lubnanê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Ocalan li Lubnanê hate şermezarkirin
16 cotmeh, 2018   16:17

BEYRÛT

Civîn bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi beşdarbûna bi dehan kurdên li Lubnanê jiyan dikin li avahiya Weqfeya Çandî û Civakî ya Newroz a li Beyrûtê, herêma Bîqai û herêma başûrê Lubnanê hatin lidarxistin.

Cihê civînan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û al û sembolên Kurdî hatibû xemilandin.

Piştî rêzgirtinê, rêveberên TEV-DEM‘ê Beşîr Çawîş, Şervîn Cûdî û endamê Weqfeya Çand û Civakî ya Newroz Cemal Hesen û nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Diyar Qamişlo axivîn.

Kesên axivîne anîn ziman ku dewletên komploger bi armanca têkbirîna şoreşa gelê Kurd di kesayta Ocalan komplo pêk anîn û ew radestî dewleta Tirk kirin.

Axaftivanan her wiha destnîşan kirin ku komploya hatî kirin fikrê azad û projeya demokratîk a ku Ocalan ji bo wê têkoşînê dike, dike hedef. Her wiha hate gotin ku Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi pêkanîna projeya demokratîk û xwedîderketina li ramanê Ocalan komplo vala derxistin.

Di axaftinan de, tecrîdkirina Ocalan û bêndengiya raya giştî ya li hemberî binpêkirina dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li gelên Kurdistanê hate kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî dagirkeran bisekinin.

Civîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

ANHA