'Girtina rojnamevanên jin komployek din der heqê gelê Kurd de ye'

Rojnamevana Ajansa Roj Newsê Şîna Fayêq destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji roja destpêkirina komploya navdewletî li dijî Rêber Ocalan ve rojnamevan û rojnamevanên jin digire. Ev jî nîşana pêkanîna komployek din li dijî gelê Kurd e.

'Girtina rojnamevanên jin komployek din der heqê gelê Kurd de ye'
14 cotmeh, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN / ŞÎNDA EKREM

Dewleta Tirk a dagirker gelek rojnamevan di nav de rojnamevan Kibriye Evren û Semîha Alankuş û rojnamevan Ebdulrehman Gok girtin. Têkildarî mijarê rojnamevana Ajansa Roj Newsê ya Nûçeyan Şîna Fayêq teqez kir ku dagirkeriya Tirk bêdengkirina rastiyê bi destdirêjiyên xwe armanc dike.

Şîna da zanîn ku hemû rojnamevan ji bo derxistina rastiya dewleta Tirk a ku siyaseta yek al û yek ziman dimeşîne û mafên gelê Kurd ê ku ji bo azadiya xwe têkoşiya û hîna jî têdikoşe diçewsîne.

Şîna diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan ji roja destpêkirina komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ye û ev yek nîşana pêkanîna komployek nû der heqê gelê Kurd de ye.

Şîna da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi binpêkirinên xwe roj bi roj ispat dike ku ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve hildiweşe. Ji lewra rojnamevan û kesên ku rastiya binpêkirinên dagirkera Tirk ji raya giştî û cîhanê eşkere dikin, dike hedefa xwe.

Di dawiyê de rojnamevana Ajansa Roj News'ê ya Nûçeyan Şîna Fayêq got ku divê hemû rojnamevanên cîhanê ku rêgeza demokrasî û azadiyê ji xebatên xwe re kirine bingeh, bibin yek û li dijî pergalên kapîtalîzmê yên ku hewl didin dengê rastiyê biçewsînin têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bibin yek. Tu hêz ji dengê rastiyê bi hêztir tune ye."

(şx)

ANHA