Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê HPG`ê re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û endamên saziyan sersaxî ji malbata şehîdê HPG`ê Hesen Îmam (Kerem Hisên) re xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê HPG`ê re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê HPG`ê re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê HPG`ê re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê HPG`ê re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê HPG`ê re xwest
11 cotmeh, 2018   09:29

KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyan û şandeya Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst sersaxî ji malbata şehîdê HPG`ê Hesen Îmam (Kerem Hisên) xwest ku di 21`ê Adara 2018`an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê yê kantona Kobanê Ehmed Şêxo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û da zanîn ku ku şehîd Kerem Hisên di ciwantiya xwe de tev li tevgera azadiyê bû û têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê da meşandin û şehîd bû.

Her wiha li ser navê malbata şehîd, Hec Heno axivî û da zanîn ku şehîd Kerem piştî tevgera azadiyê nas dike, li Ewropayê tev li tevgerê dibe û ji bo azadiya Kurdistanê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Li gorî agahiyan, dê sibê li Goristana Şehîd Dicle wesîqeta şehîd Kerem were xwendin û radestî malbatê were kirin.

(hh-sn/kc)

ANHA