Li Kobanê li dijî komployê çalakiyeke protestoyê

Bi hezaran welatiyên herêma Firatê bi çalakiyekê komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li Kobanê li dijî komployê çalakiyeke protestoyê
Li Kobanê li dijî komployê çalakiyeke protestoyê
Li Kobanê li dijî komployê çalakiyeke protestoyê
Li Kobanê li dijî komployê çalakiyeke protestoyê
Li Kobanê li dijî komployê çalakiyeke protestoyê
9 cotmeh, 2018   17:55

KOBANÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kantona Kobanê çalakiyek li dar xist.

Çalakî bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê komploya navdewletî ya li dijî gelan bi dawî bikin û azadiya Rêber Ocalan mîsoger bikin" bi amadebûna bi hezaran welatiyan herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd hate lidarxistin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, Kongreya Star, pankartên "Komploya we îradeya me naşkîne, lê îsrara me ya ji bo azadiyê zêde dike, em komploya navdewletî ya di kesayeta Rêber Apo de li dijî gelên herêmê şermezar dikin" hatibûn vekirin.

Çalakî bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl axivî û got: "Komploya qirêj ya li djiî rêberê mirovahiyê Ocalan gelê Kurd dike hedef, komplo ji ber tirsa ji ramanê Ocalan hatî kirin.

Sara Xelîl, destnîşan kir ku Ocalan banga azadiya jin dike, da ku bibe xwedî îradeyeke azad ku karibe rola di rêveberina civakê de bilîze û wiha anî ziman: "Wekî jin em ê têkoşîn û serhildana xwe bidomîn û Ocalan azad bikin."

Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî Hemdan El-Ebd jî di çalakiyê de axivî û ev tişt got: "Yê ku aşitî, demokrasî û wekheviyê bixwaze, bila li ramanê Ocalan vegere, Ocalan ji bo rizgarkirina gelên bindest tê dikoşe. Ji ber vê yekê Ocalan kesayeteke pîroz ji bo gelan tê dîtin, ku gel şiyar kir û wan ji zulm û koletiyê xilas kir."

Piştî axaftinan, şahoyeke der barê komployê de hate pêşkêşkirin û helbest hatin xwendin.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Îmralî û azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA