Jinên Ereb: Tecrîd li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye

Jinên Ereb ên kantona Şehbayê tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û dane zanîn ku ev tecrîd li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye.

Jinên Ereb: Tecrîd li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye
9 cotmeh, 2018   09:13

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Ereb ên Kantona Şehbayê ji ajansa me re axivin û diyar kirin ku ew ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku Ocalan rizgar bibe.

Eyşe Mihemed diyar kir ku biryarên ku AKP bi serkêşiya Erdogan derdixe tu awayî nayê qebûlkirin û di derheqê mirovahiyê de  zilim e, ji ber ku gelên Rojhilata Navîn bi ramanên Ocalan bawer in.

Eyşe da zanîn ku gelek rêxistin û dewlet xwe wek dewletên demokrat û wekhev didin xuya kirin, lê derbarê tecrîda girankirî ku Tirkiyê li ser Ocalan ferzkiriye bê deng in û wiha bê de çû:”Em ji rêxistinên navnetewî û hiqûqnas dixwezin ku Tecrîda li ser Ocalan rabikin."

Hêvîn Mihemed a ji gundên herêma Babê û niha li Şehbayê ye destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û taybet ji jinan re derfteke mezin e, ji ber ku tenê Ocalan Rêberê ji bo rizgarkirina jinan bû ku dikaribû jinê ji zihniyetea baviksalarî rizgar bike.

Hêvîn got ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bawer in û li ser pransîbên Ocalan dimeşin.

Li aliyekî din welatiya bi navê Xisûn El-Hac tecrîd şermezar kir û bi lêv  kir ku siyaseta Tirkiyê ya faşîst li hemberî hemû siyastmedar û kesayetên demokratîk siyastekî şovîne.

Xisûn bang li gelên Tirkiyê û hemû hiqûqnasên li herêmê kir ku siyaseta dîktetor ku Erdogan li hemberî gelan dide meşandin, qebûl nekin.

(jo)

ANHA