Li Efrînê êşkence, kuştin, revandin, talankirin

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ber çavên cîhanê roj bi roj zêde dibin. Artêşa Tirk a dagirker hewl dide bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan demografiya Efrînê biguhere.

Li Efrînê êşkence, kuştin, revandin, talankirin
9 cotmeh, 2018   07:32

EFRÎN

Şêniyên Efrînê rojane dibin şahidê kiryarên dijî mirovî wekî ji revandin, kuştin, dizî û talakirinê.

Koçberkirina bi darê zorê û bicihkirina malbatên çeteyan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malbatên çeteyan ên ku ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine li malên şêniyên Efrînê bi cih dikin. Gundê Meydan Ekbes ê navçeya Recoyê bi temamî ji xelkên xwe yên resen vala bûye û malbatên çatayan lê bi cih bûne.

Her wiha dagirkera Tirk li navçeya Mabata piştî ku bi darê zorê welatiyên wê yên resen ji malên wan derxistin, zêdetirî 200 malbatên çeteyan lê bi cih kir. Ji ber wê şêniyan neçar man li gundên navçeyê li gel xizmên xwe bimînin.

Têkildarî mijarê bicihkirina malbatên çeteyan li malên şêniyên Efrînê, hin welatî li hember van binpêkirinan derketin. Welatiyekî ji gundê Kokan ê navçeya Mabatê hewl da ku di mala  xwe de bimîne, çeteyan bi awayekî hovane lê dan û eger ji malê xwe dernekeve gefa kuştinê lê xwarin.

Her wiha bi dehan şêniyên gundê Til Silûrê yê navçeya Cindirêsê û navenda navçeyê ji ber ku çeteyan malbatên xwe ên ji Xûtayê anîn  lê bi cih kirine, li kolana in.

Revandin û êşkencekirin

Tu roj li ser şêniyên Efrînê derbas nabe beyî ku kesek were revandin an jî êşkencekirin. Li gorî çavkaniyên pêbawer di du hefteyên derbasbûyî de 75 kes ji gundên navçeyên Mabata, Cindirêsê, Bilbilê û Şêrawayê hatine revandin. Jê 25 kes ji gundê Dargirê ya navçeya Mabata, 11 kes ji gundê Badîna ji navçeya Mabatayê di hefteya dawî de hatin revandin û heta niha çeranûsa wan ne diyar e û navên wan wiha ne:Mihemed Hesen Cefer, Şakêr Hesen Cefer, Hisên Mihemed Caro, Mihemed Xelîl Mihemed Caro, Enwer Mihemed Caro, Ewnî Şaban Bin Mihemed, Mihemed Şaban Bin Mihemed, Xebat Neşat Sîno, Emîne Ehmed Sentûr, Reşîd Hebeş Hebeş û Hecî Ebdo Hebeş.

Her wiha welatiya bi navê Gulê Xelîl (45) û keça wê Xezalê Selmo (16) ji gundê Birc Abdalo ê navçeya Şêrawayê hatin revandin û li beramberî miqdarek pere hatine berdan.

Artêşa Tirk a dagirker Mistefa Hisên Arif, Mihemed Xelîl Hemdî, Arif Mistefa Hisên û Fewzî Ebdîn Mistefa ji gundê Mêrkan ê navçeya Mabata, Rênas Hesen(20) û Mistefa Cuma Hesen(30) ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê, Mihemed (33) ji gundê Qestel Xidriya yê navçeya Bilbilê û Hisên Îşo Bin Bekîr(25) ji gundê Til Silor ê navçeya Cindirêsê ye revandine.

Her wiha zêdetirî 23 kesan ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê di nav de 3 bira revandiye û heta niha çarenûsa wan ne diyar in. Artêşa Tirk dermanfiroşê bi navê Xelîl Hec Ebdo Bin Mihemed û Mihemed Hedad Bin Xelîl ji gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê, Ednan Îbo û Mesûd Ibrahîm Mamo ji gundê Îskan ê navçeya Şêrawayê, Derwîş Derwîş (30) ji gundê Keferzîtê revandiye û her wiha bijîşkê bi navê Riyad Mela ji gundê Coqê ji 15 rojan ve hatiye revandin.

Ji aliyekî din ve çeteyan ji bo girtina fidiyên mezin ango pere, malbatên kesên ku hatine revandin şantaj dikin.

Li ser bendan bacên giran

Li gel wêrankirin, dizî û talankirina milk û berhemên  şêniyên Efrînê yên zeytûn û hinaran, çeteyên artêşa Tirk li ser bendên ku li kolanên sereke û şaxî ava kirine bacên giran li ser welatiyan dibirin û hin caran kelûpelên nago madeyên wan bazirganan desteser dikin.

Dizîna berhema zeytûnan

Li ser şopa talankirina berhemên dexil, fêkî, gûz û hinaran, bi çavdêriya artêşa Tirk û çeteyên wê, ev kiryar  bi talankirina berhema zeytûnan didomin. Bi taybet li gundên navçeya Şêrawa û Şeran. Li wan navçeyan kargehên guveştina zeytûnan zû hatin vekirin. Ji aliyekî din ve meclisên herêmî yên girêdayî artêşa Tirk belavokek belav kirin û diyar kirin ku bi rêjeya ji sedî 10 ji hilberînê ji xwediyên berhemê dê were qutkirin û zeviyên ku xwediyên wan tune ne dê werin desteserkirin.

Di çarçoveya van binpêkirinan de sûcên kuştin, revandin û talankirin li Efrîna dagirkirî bi çavdêriya artêşa Tirk didomin. Tevî wê jî lê civaka navdewletî bê deng e.

(şx)

ANHA