Akademiya Şehîd Yekta Herekol dewreya xwe yekemîn bi dawî kir

Li Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol a navçeya Tirbesiyê dewreya perwerdeyê ya yekemîn a 48 endaman bi dawî bû.

Akademiya Şehîd Yekta Herekol dewreya xwe yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Yekta Herekol dewreya xwe yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Yekta Herekol dewreya xwe yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Yekta Herekol dewreya xwe yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Yekta Herekol dewreya xwe yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Yekta Herekol dewreya xwe yekemîn bi dawî kir
5 cotmeh, 2018   12:54

KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Akademiya Şehîd Yekta Herekol a navçeya Tirbespiyê bi armanca parastina çand kurdî ji hewldanên asîmîlekirinê ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve di 12‘ê Cotmeha 2015‘an de hate vekirin. Di akademiyê de dewreyên perwerdeyê li ser amûrê muzîk, wêne û alavên muzîkê têne vekirin.

Akademî ji 6 beşan pêk tê; sînema, şano, muzîk, govend, wêne û wêje. Tevlêbûna dewreyên perwerdeyê li gorî şert û mercên ku akademiyê diyar kirine tê qebûlkirin. Divê temenê beşdaran ne kêm 18 saliyê be û her wiha divê belgeyek ji komîna xwe wergirtibe.

Akademiyê îro dewreya yekemîn ku 48 endam ji herêmên Rojava (Cizîr, Efrîn û Kobanê) tev lê bûbûn, bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê salekê berdewam kir.

Piştî qedandina dewreya yekemîn, akademiyê dewreya 2‘yemîn a muzîkê da destpêkirin. 20 kes ji herêmên Rojava û wargeha Mexmûrê tev lê bûne. Dewreya perwerdeyê ya duyemîn dê 2 mehan berdewam bike, lê dê wêneyên bîrdozî li ser girîngiya perwerdeyê û fêrkirina lêdana amûrên muzîkê werin dayîn.

Di merasîma bidawîbûna dewreya yekemîn û vekirina dewreya duyemîn de hevserokê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Selman Îbrahîm xêrhatina beşdaran kir û girîngiya vekirina akademiyên çandî destnîşan kir. Selman diyar kir ku vekirina akademiyên çandî di qonaxa niha de ku çanda kurdî rastî hewldanên asîmîlekirinê tê, gaveke pir girîng e.

Selman bang li endamên tev li perwerdeyê bûne kir ku erka xwe ya belavkirina çandê bi cih bînin û xwedî li şehîdên çandê derkevin.

ANHA