YPG’ê êrîşek bê bandor kir

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir ku mayineke ku di bin siwareyeke wan de hatibû bicihkirin, piştî ku hate dîtin, ji hêla tîmên pispor ve hate bêdandorkirin. Hate xuyakirin ku di bûyerê de tu zirar pêk nehatiye.

YPG’ê êrîşek bê bandor kir
5 cotmeh, 2018   12:22

HESEKÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyand ku duh li Hesekê ya girêdayî herêma Cizîrê ji hêla kesên nenas ve mayinek di bin siwareyeke wan de hatiye bicihkirin lê belê beriya ku mayin biteqe, hatiye bêbandorkirin. YPG’ê diyar kir ku tu zirarên madî yan jî manewî pêk nehatine û ji bo peydakirina kiryaran operasyon dane destpêkirin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di 4’ê Cotmehê de di navbera saet 07:00-08:00’an de ji aliyê kesên nenas ve mayinek di bin siwareyeke girêdayî hêzên me de hatiye bicihkirin. Piştî ku yekîneyên me cihê mayinê keşf kir, koma pispor a teqemeniyan xwe gihand cihê bûyerê û mayin bê bandor kir. Tu windahiyeke madî ya jî manewî pêk nehat. Piştî bêbandorkirina mayinê bi armanca girtina kesên mayin bi cih kiriye, operasyona lêgerînê hat destpêkirin. Tevî mayina ku hat bêbandorkirin, 3 kg madeyên teqemeniyê, alavên teqemeniyê û telefonek hat desteserkirin."