Ji bo pêşxistina werzîşê civînek hate lidarxistin

Li Reqayê bi armanca pêşxistina werzîşê civînek hate lidarxistin.

Ji bo pêşxistina werzîşê civînek hate lidarxistin
2 cotmeh, 2018   15:20

REQA

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca gotûbêjkirina li ser çawaniya pêşxistina wezîşê civînek li dar xist.

Di civînê de, perwerdekarên fotbolê yên Reqa, Minbic, Girê Spî û Tebqayê amade bûn.

Di civînê de pêşniyar û pirsgirêkên di warê werzîşê de derdikevin hatin nîqaşkirin. Piraniya pirsgirêkan girêdayî tunebûna stadan, kêmbûna lîstikvan û derefetan bûn.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Enwer El-Ehmed di civînê de axivî û got: "Em li gorî derfetên xwe cilên sporê û pêdiviyên din pêşkêş dikin, niha jî hejmarek stadên bajar û gundewarên Reqayê têne hazirkirin. Di demê pêş de em ê tîman ava bikin û turnuveyan organîze bikin."

El-Ehmed destnîşan kir ku armanca wan pewrerdekirin û pêşxistina tîman e.

ANHA