Li Tirbespiyê mazot li şêniyan tê belavkirin

Komîteya Sotemiyê ya navçeya Tirbespiyê bi nêzîkbûna zivistanê re heta niha milyonek û 700 hezar lître mazot li şêniyên navçeyê belav kir. Her wiha stasyoneke taybet ji bo belavkirina mazotê li cotkaran jî diyar kir.

Li Tirbespiyê mazot li şêniyan tê belavkirin
Li Tirbespiyê mazot li şêniyan tê belavkirin
Li Tirbespiyê mazot li şêniyan tê belavkirin
Li Tirbespiyê mazot li şêniyan tê belavkirin
1 cotmeh, 2018   08:54

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Tirbespiyê bi hevkariya komînan, mazot li şêniyên navçeya Tirbespiyê ku ji 14 hezar û 193 malan pêk tê, belav kir. Her wiha 400 lître mazot ji her malekê re diyar kir. Komîteya heta niha milyonek û 700 hezar lître mazot belav kir û li gorî komîteyê pêwîstiya navçeyê bi 5 milyon û 700 hezar lître mazotê heye.

Belavkirina mazotê bi hevkariya komînan bi rê ve diçe û bi buhayê 50 lîreyên Sûriyeyê li şêniyan belav dike. Tê payîn ku komîte xebatên belavkirina mazotê di nîvê meha Mijdarê de bi dawî bike. 

Bi rêya komînan tê belavkirin

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Tirbespiyê Elî Remo diyar kir ku bi rêya komînan mazot belav dikin û destnîşan kir ku xebatên belavkirinê bi awayekî baş dimeşin. Her wiha Elî Remo diyar kir ku komîteyê ji 40 hezar heta 90 hezar lître mazot ji stasyona Biyandor re diyar kiriye da ku li cotkaran belav bikin.

(şx)

ANHA