‘Bi pransîpên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin‘

Kampanyaya çalakiyên hunerî ya piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê didome. Çalakî îro li kampa Serdemê ya Şehbayê hatin lidarxistin.

‘Bi pransîpên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin‘
‘Bi pransîpên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin‘
‘Bi pransîpên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin‘
‘Bi pransîpên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin‘
‘Bi pransîpên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin‘
‘Bi pransîpên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin‘
27 îlon, 2018   17:46

ŞEHBA

Tevegera Çand û Hunerê bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê bi dirûşma "Bi pransîpên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin" kampanya çalakiyên hunerî organîze dike. Çalakî roja yekem li kampa Berxwedan bû, îro jî di roja duyemîn de li kampa Serdemê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de, nunerên sazî û desteyên rêveberiya xweser û bi sedan şêniyên kampa Serdemê amade bûn.

Piştî bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, rêvebera Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Rumet Beko axivî û ev tişt go: "Çalakiyên me peyameke ji bo her kesî ye ku têkoşîna me ya rizgarkirina Efrînê berdewam e, ji ber çand nasnameya civakî ye, bi çand û hunerê xwe em ê Efrînê biparêzin."

Piştî axaftinan, koma dîlanên filklorî dîlanên xwe yên ji filklora Kurdî pêş kirin.

Her wiha koma şanoyê, şanoyek li ser êrîşên hêzên dagirker ên li dijî gelê Efrînê, berxwedaniya li hemberî van êrîşan, pêşkêş kir.

Di çalakiyê de, koma Afrînerên Hêviyê şanoyek li ser lewazbûna di encama belavbûnê de li hemberî wê hêz û yekitiyê pêşkêş kir.

Çalakiyên îro bi gerandina xelekên li ber stranên koma Agirî bi dawî bûn.

ANHA