Buhaya genim li herêma Cizîrê diyar bû

Desteya Aborî û Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Berhemên Sewelan buhaya genim diyar kir.

Buhaya genim li herêma Cizîrê diyar bû
23 îlon, 2018   13:02

QAMIŞLO

Desteya Aborî ya herêma Cizîrê ji bo diyarkirina buhaya genim  biryarnameyek derxist. Di beryarnameyê de tê gotin ku desteyê genim paqij û derman kiriye.

Di biryarnameyê de tê diyakirin ku ji bo sala 2018/2019 her kîlo giramek bi buhaya 160 Lîreyên Sûriyeyê ye.

Desteya Aborî û Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Berhemên Sewalan destnîşan kirin belavkirina genim li cotkaran ji 22/9/2018'an bi rêka hemû navend û komîteyên çandiniyê li hemû navçeyên herêma Cizîrê pêk were.

(jo)

ANHA