ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.09.2018
18 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî, dewreya perwerdeyê ya 11‘emîn a endamên komînan dest pê dike. Saet 11:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li herêma Dêrikê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê meşek tê li darxistin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrazorê 4 şervanên QSD‘ê yên di pêngava dawî ya Bagera Cizîrê de şehîd bûne li goristana Şehîd Hanî El-Hesen a herêma El-Bisêra oxir dikin. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Jiyan bi hunerê xweş dibe"Navenda Çand û Hunerê Hêzil a navçeya Tirbespiyê ya şahiyekê li parka Şehîdên 12‘Adarê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) buroya xwe li navçeya Til Hemîsê vedike. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajaroka Hecîn ên ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê pala xwe de kampa Îwa kiryarên çeteyên ên der heqê şêniyan vedibêjin û dibêjin ku ew li benda QSD‘ê ne da ku herêmê ji çeteyên rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajaroka Hecîn ên ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatin rizgarkirin diyar kirin ku çeteyên DAIŞ‘ê sivîlan wekî mertalên zindîn bi kar tînin û nahêlin ku şênî xwarin vexarinê dabînin. Şêniyan her wiha destnîşan kirin ku li derdorê bajarokê mayîn çandine çand da ku rê li ber revna sivîlan bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star buroya xwe li gundê Qere Merzê yê kantona Kobanê vedike. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina bi navê Cennat ku 62 salî ye, karibû xwe ji hovîtiya artêşa Tirk li Efrînê rizgar bike, lê dîsa jî nikaribû xwe ji rewşên dijwar ên koçberiyê rizgar bike. Di nexweşxaneyan de bê xwedî ma û di dawiyê de Kongreya Star xwedî lê derket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mala Jinan a navçeya Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyeyê  ji 750 dozî 600 çareser kiriye. Ji ber wê bûye meqseda jinên navçeyê.

ÎNFOGRAFÎK

-Hêzên herêmî û navdewletî li ser Idlibê bi hev dikevin. Hêzên ku li Idlib û derdora di nava pişbirkê de ne her yek dixwaze herêmê bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Koçberên Kampa Eyn Îsayê bi nêzîkbûna zivistanê re azarên wan zêde dibin ji ber wê bang li rêxistinên mirovî kirin ku alîkariya pêwîst ji wan re pêşkeş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN). 

Çeteyên DAIŞ`ê ne tenê jiyana welatiyan tarî kiribûn lê heta dibistan jî tarî kirin. Dibistanek ji dibistanên bajarê Reqayê veguherîbûn girtîgeheke jinan. Lê ew dibistan Îsal hezar xwendekar pêşwazî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mizgefta El-Ferdos a taxa El-Ferdos yek ji mezintirîn mizgeftên Reqayê ye. Bi dehan şêniyên Reqayê û bi taybet di rojên înê de nimêja xwe li mizgeftê dikirin. Tevî ku tenê minareya mizgeftê maye lê dîsa jî banga nimêjê jê berz dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Zêdekirina Tovan a navçeya Tirbespiyê di çarçoveya amadekariyên belavkirina cureyên baş ên tovan li cotkaran, tov di prosesa bêjing, pakirina ji bermahiyan û reşandina dermanên dijî kurmikan re de derbas kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li herêmên bakur û rojhilatê Bakurê Surî sala perwerdeyê ya û dest pê kir. Zarokên Dêrazorê yên koçber bûne piştî 7 salan ji mafê perwerdeyê bê par mabûn, dîsa li xwendinê vedigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gerînendeya Çandiniyê ya gundewarên Dêrazorê ji bo jinûve xebitandina stasyona Sebhayê bi aliyên têkildar re di hevkariyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA