Yekitiya Ciwanên Rojava şehîdên xwe bi bîr anîn

Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Elî Çîçek, Baran Mawa û Şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn.

Yekitiya Ciwanên Rojava şehîdên xwe bi bîr anîn
Yekitiya Ciwanên Rojava şehîdên xwe bi bîr anîn
Yekitiya Ciwanên Rojava şehîdên xwe bi bîr anîn
Yekitiya Ciwanên Rojava şehîdên xwe bi bîr anîn
Yekitiya Ciwanên Rojava şehîdên xwe bi bîr anîn
17 îlon, 2018   19:59

QAMIŞLO

Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Elî Çîçek û Baran Mawa û şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn. Merasîmê bîranînê li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo pêk hat. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Umer bi xêrhatina beşdaran kir û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest. Umer her wiha got, şehîd avakarên welat in, bi saya wan aştî û aramî pêk hatiye.

Di merasîmê de her wiha kurtefîlmeke li ser têkoşîna şehîd Elî Çîçek, Baran Mawa û Şehîdên Berxwedana Serdemê hate nîşan dan.

Di dawiyê de daxuyaniyek ji aliyê endama Yektiya Jinên Ciwan Roj Arjîn Melek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de rola ciwanan a di şoreşê de hate destnîşnakirin û banga li wan hate kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê têkoşînê mezin bikin.

ANHA