Fermandarê Foca 9`an: Hêzên me 7 kîlometre pêşde çûne  

Fermandarê Foca 9`an a QSD`ê Fehed Xeşam got hêzên wan ji destpêka ragihandina hemleya dawîn a Bagera Cizîrê ve li bararokê Hecînê heta niha 7 km rizgar kirine.

Fermandarê Foca 9`an: Hêzên me 7 kîlometre pêşde çûne  
Fermandarê Foca 9`an: Hêzên me 7 kîlometre pêşde çûne  
Fermandarê Foca 9`an: Hêzên me 7 kîlometre pêşde çûne  
Fermandarê Foca 9`an: Hêzên me 7 kîlometre pêşde çûne  
Fermandarê Foca 9`an: Hêzên me 7 kîlometre pêşde çûne  
Fermandarê Foca 9`an: Hêzên me 7 kîlometre pêşde çûne  
Fermandarê Foca 9`an: Hêzên me 7 kîlometre pêşde çûne  
14 îlon, 2018   10:01

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku armanca wan rizgarkirina baregehên dawîn ên çeteyên li herêma Hecîn a rojhilatê çemê Firatê ye, bi pêş de diçin.

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê xwe gihand eniyên pêş ên di navbera QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de. Li wê derê fermandarê Foca 9`an a QSD`ê Fehed Xeşam ji ajansa me ANHA`yê re li ser pêngava dawîn û herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin, axivî.

Xeşam got hêzên wan roj bi roj ber bi aliyê bakur û rojhilatê gundê Baxoz ve diçin û heta niha jî pêşketinên wan li herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de didomin.

Xeşam diyar kir ku ji roja destpêkê ya pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê û heta niha hêzên wan 7 kîlometre rizgar kirine û wiha pê de çû: "Hêzên me nîvê gundê Baxoza Jorîn ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Em li derdora gundê Sûsê ne. Em ê di demeke nêz de wê jî rizgar bikin. Ew gund deriyê ber bi Hecîn ji aliyê rojhilat ve ye."

Xeşam destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê erebeyên ku nikaribûn bi xwe bibe, mayin kirine, her wiha hewl didin erebeyên mayinkirî li herêmên ku şervanan rizgar kirine biteqînin.

Fermandarê Foca 9`an a QSD`ê Fehed Xeşam di dawiyê de destnîşan kir ku wan hejmareke mezin ji çeteyan kuştine û hemû baregehên çeteyan ji şervanan wan re dibin hedef.

(bx)

ANHA