15 şêwekarên komxebata hunerî hatin xelatkirin

TEV-ÇAND’ê û Komîna Wênexêziyê ya Qamişloyê 15 şêwekarê di dawiya komxebata “Em bi hev re siberoja bajarê xwe bi ruhê huner û berxwedanê xêz bikin” de xelat kirin.

23 tebax, 2026   22:52
QAMIŞLO

Bi boneya sedsaliya Qamişloyê, Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) û Komîna Wênexêziyê îro li Nivîsgeha Şêlirê ya Qamişloyê şahiya xelatkirina 15 şêwekarên tev li komxebata “Em bi hev re siberoja bajarê xwe bi ruhê huner û berxwedanê xêz bikin” bûne, xelat kir. 

Di şahiyê de gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Seyîd Hesam li ser birêxistinkirina çalakiyên hunerî pîrozbahî pêşkêş kir û bal kişand ser rola hunerê di xurtkirina çandê û bedewbûna bajêr de.

Cîhan behsa girîngiya hewldan û xebatên berdewam ji bo pêşxistina bajarê Qamişloyê kir û destnîşan kir ku pêdiviya bidestxistina serkeftinê bi xebata komînal heye û divê hunermend van nirxan bi rêya xebatên xwe yên ji civakê re pêşkêş dikin derbirînin.

Fermandarê Lîwaya Qamişloyê Luqman Xelîl îşaret bi girîngiya belgekirina azarên gel, zehmetiyên tê re derbas dibin kir.

Rêvebera Komîna Wênexêziyê Solîn Yûsif jî got armanc ji birêxistinkirina komxebatê derxistina rola wêneyê di temsîlkirin û belgekirina bîrdana Qamişlo û civakê de bi rêya hunerê ye.

Solînê diyar kri ku girîngî bi berdewama mîna van çalakiyan, xurtkirin û pêşxistina wan heye.

Şahiya xelatkirinê bi belavkirina spasnameyan li ser şêwekaran bi dawî bû.

Komxebat di 16’ê Tebaxê de dest pê kir, 5 rojan li Parka Giştî ya Qamişloyê bi beşdariya 15 şêwekaran domiya.

(f)

ANHA