Şêniyên Dêrikê azarên pirsgirêka nan dikişînin

Tevî rexne û giliyên şêniyên Dêrikê, lê hê jî pirsgirêka nebaşiya cureya nanê firina bajêr nehatiya çareserkirin.

Şêniyên Dêrikê azarên pirsgirêka nan dikişînin
Şêniyên Dêrikê azarên pirsgirêka nan dikişînin
Şêniyên Dêrikê azarên pirsgirêka nan dikişînin
Şêniyên Dêrikê azarên pirsgirêka nan dikişînin
Şêniyên Dêrikê azarên pirsgirêka nan dikişînin
Şêniyên Dêrikê azarên pirsgirêka nan dikişînin
12 îlon, 2018   07:48

ÎSAM ABDULLAH - AMARA CÛDÎ / QAMIŞLO

Şêniyên herêma Dêrikê ji beriya çend mehan ve ji ber nebaşiya cureya nanê firina bajêr bi gilî û gazinc in. Firin nanê şewitî ya nanê wekî hevîr derdixe.

Berpirsên firinê sedema vê pirsgirêkê vedigerînin nebaşiya cureya ard û kêmbûna karkeran.

Gelek karkeran ji ber mûçeya kêm kar berda

Li gorî rêveberiyên firinê kêmbûna hejmara karkeran bandoreke neyînî li kalîteya nan dike. Di firinê de karker rojane 8 saetan dixebite û 22 hezar lîreyên Sûriyeyê weke mûçe digire. Lê ev mûçe kêm e ji ber wê karker kar berdidin.

Kêmbûna wekîlan pirsgirêkê di belavkirinê de derdixe

Ji ber nebaşiya kalîteya nan, şênî neçar dimînin nanê siyahî bikirin û ew jî dibe sedema zêdebûna miqdara nan li gel wekîlan. Ji ber wê wekîl miqdara nan ji 2 hezar turbe nan kêm kirin 500 turbe nan.

Kêmbûna miqdara nan li gel wekîlan bû sedema ku şênî li ber firinê kom bibin û bi taybet şêniyên gundan.

Li gorî endamê rêveber Ekrem Abdulkerîm diyar kir ku tevî van pirsgirêkan, hin endamên saziyan beyî ku qanûnên tabûra nan pêk bînin û bi rêya belgeyekê ji saziya têkildar ve, nan ji firinê digirin. 

Me daxwaz û giliyên xwe gihandin meclisa navçeyê

Endamê rêveber Ekrem Abdulkerîm got: "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em gelek caran bi maclisa navçeya Dêrikê re civiyan, lê meclis heta niha daxwaza me bi cih neanî."

Her wiha Ekrem Abdulkerîm bang li aliyên Têkildar û bi taybet Komîteya Aş û Desteya Aborî kir girtekên pêwîst ji bo başkirina cureya ard bigirin û pêdiviyên firinan bi cih bînin.

(şx)

ANHA