′Şervanên jin ji bo rizgarkirina jinan dê tev li hemleyê bibin′

Berdevka fermî ya hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa  El-Abdullah destnîşan kir ku dê ji bo rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê korîdorên ewle vekin. Her wiha Lîlwa  diyar kir ku şervanên jin ên di nava QSD`ê de bi armanca rizgarkirina jinan ji çeteyên DAIŞ`ê dê tev li hemleyê bibin.

′Şervanên jin ji bo rizgarkirina jinan dê tev li hemleyê bibin′
12 îlon, 2018   08:24

DILSOZ DILDAR – DIYAR EHMO / HESEKÊ

Duh pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" li dijî çeteyên DAIŞ`ê li gund û bajarokên Hecîn, El-Sûse û El-Şafe dest pê kir. Di vê çarçoveyê de ji bo naskirina armancên hemleyê berdevka fermî ya hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa  El-Abdullah ji ajansa me ANHA`yê re axivî û tekez kir ku armanca wan ew e ku sivîlên  7 sal ezor û zehmetiyê ji ber çeteyên DAIŞ`ê dibînin, rizgar bikin.

Lîlwa  got şervanên jin ên di nava QSD`ê de ji bo jinên ku êş û azar ji çeteyên DAIŞ`ê dîtine rizgar bikin dê tev li hemleyê bibin.

Lîlwa  destnîşan kir ku şervanên wan ji bo rizgarkirina sivîlan ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de dê korîdorên ewle vekin, her wiha dê ji bo koçberan kampan ava bikin.

Lîlwa  bang li hemû sivîlên li herêmê dijîn û kesên agahî der barê kesên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin hene, wan agahdar bikin da ku wan sivîlan rizgar bikin.

Berdevka fermî ya hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa  El-Abdullah duh der barê pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ji aliyê şervanên QSD`ê ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" daxuyaniyek da.

Çeteyên DAIŞ`ê bi hezaran jin ji herêmên di bin serweriya xwe de ji Sûriyeyê û Iraqê revandin û li sûkan firotin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya şerê wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê de bi sedan jin rizgar kirin û li gorî agahiyan heta niha bi sedan jin li baregehên wan ên dawîn li rojhilatê çemê Firatê revandî ne.

(bx)

ANHA