Li taxên Hesekê pirsgirêka çopê nehatiye çareserkirin

Şêniyên taxa Eskerî ya Hesekê got taxa wan a herî zêde çop lê kom bûye û şaredariyê ew paşguh kiriye.

Li taxên Hesekê pirsgirêka çopê nehatiye çareserkirin
Li taxên Hesekê pirsgirêka çopê nehatiye çareserkirin
Li taxên Hesekê pirsgirêka çopê nehatiye çareserkirin
Li taxên Hesekê pirsgirêka çopê nehatiye çareserkirin
Li taxên Hesekê pirsgirêka çopê nehatiye çareserkirin
6 tebax, 2026   07:50
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Li kolanên taxa Eskerî çop kom bûye, bêhn jê derdikeve û şênî nexweş dikevin. Ev pirsgirêka taxê ji zû ve heye û hîna nehatiye çareserkirin.

Ji taxê Merwan El Ferac got: “Ev pirsgirêka me ya xizmetguzariyê ji zû ve heye. Ji ber bêhna çopê em nexweş dikevin û nikarin xew bikin. Çop zû nayê rakirin û komî ser hev dibe.”

Yûsif El Sewadî jî anî ziman ku taxa wan ji aliyê xizmetguzariyê ve wekî rakirina çopê û zîftkirina rêyan, hatiye paşguhkirin. Şênî neçar dimînin çopa xwe biavêjin malên kevn ên taxê.

Yûsif destnîşan kir ku ji ber bêhna çopê ew nikarin xew bikin. Yûsif bang li aliyên têkildar û şaredariyê kir ku rêyên taxê zîft bikin û pirsgirêka çopê çareser bikin.

Beşa Paqijiyê ya şaredariyê jî bersiv da gazincên şêniyan û diyar kir: "Şaredarî ji aliyê darayî ve tengav bûye, madeyên sotemeniyê biha ne û em beşa mezin ê budçeya xwe ji bo kirîna madeyên sotemeniyê xerc dikin. Ji ber pirsgirêka madeyên sotemeniyê, em dereng dimînin ku çopê kom bikin."

(np)