UNICEF: Li Efganistanê zarok bi xetereya mirinê rû bi rû ne

UNICEF’ê hişyarî da ku li Efganistanê milyonek zarok ji ber birçîbûna giran a akût bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.

UNICEF: Li Efganistanê zarok bi xetereya mirinê rû bi rû ne
25 tebax, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di rapora xwe ya îro de ragihand ku li Efganistanê milyonek zarok bi birçîbûna giran a akût re rû bi rû ne,  eger ji bo dabînkirina alîkariyê tedbîr neyên girtin wê bi mirinê re rû bi rû bimînin.

Nûnerê UNICEF’ê yê Efganistanê Tacedîn Eywalî diyar kir ku li welat 3.7 milyon zarok ji kêmbûna xurekê ya akût bi bandor dibin. Her wiha ji van nêzî milyonek zarok, di asta kêmbûna xurekê ya akût de ne û ev yek gef li jiyana wan dixwe.

Her wiha UNICEF, hişyarî dike ku kêmbûna fînansmanê dikare xizmetên xurekê yên girîng jî asteng bike.