Hejmara qurbaniyên êrîşa li Koyê zêde dibin

Hejmara kesên ku di êrîşa Îranê ya li ser baregehên HDK û HDK-Î yên li Koyê de jiyana xwe ji dest dan, derket 14’an.

Hejmara qurbaniyên êrîşa li Koyê zêde dibin
8 îlon, 2018   12:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rejîma Îranê îro di saet derdora 10.30’an de baregehên Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (HDK-Î) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) yên li navçeya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê topbaran kirin.

Nûnerê Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê li Silêmanî Fûad Xakî Beygî piştî êrîşê agahî dabûn ajansa me û piştrast kir ku baregeha wan rastî êrîşê hatiye. Beygî ev agahî parve kiribûn: “Di saet 10.40’an de Îranê baregehên me topbaran kirin û moşek li baregehên me xistin. Cihê ku mûşek jê hatiye avêtin nêzî baregehên mene. Em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dixwazin ku mijarê lêkolîn bike.”

Li gorî agahiyên ku Nexweşxaneya Koyê dabûn, di êrîşê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 jî birîndar bûn. Têgotin ku di nava birîndaran de zarok jî hene. Her wiha gelek kes dibin xirbeyên xaniyan de mane û hejmara wan nayê zanîn.

Karmendê Tenduristiyê yê Nexweşxaneya Şehîd Xalit a Koyê Soran Ebubekir têkildarî mijarê agahî dan Rojnews û got ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 14’an û birîndar jî 40 kes in.

Ebubekir destnîşan kir ku ji birîndaran 10 kesên ku rewşa wan giran e veguhestine nexweşxaneyên li Hewlêrê.

Li cihê êrîşê lêkolîn û lêgerîn berdewam dike.