YPG`ê nasnameya sê şehîdan ragihand

YPG`ê diyar ku du şervanên wan di encama qezayên trafîkê û şervanekî din jî di encama nexweşiyê de, şehîd bûne.

YPG`ê nasnameya sê şehîdan ragihand
YPG`ê nasnameya sê şehîdan ragihand
YPG`ê nasnameya sê şehîdan ragihand
YPG`ê nasnameya sê şehîdan ragihand
6 îlon, 2018   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şehîdan aşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi navbera 2-4 Îlonê de 2 rêhevalên me di encama qezayên trafîkê de, hevalek me jî di encama nexweşiyê de gihîştin şehadetê. Agahiyên di derbarê şehadeta hevalên me de wiha ne;

Di dîroka 2`ê Îlonê de 2 rêhevalên me yên ku li navçeya Sirîn ya Kobanê di heman xebatê de erkdar bûn, di encama qezaya trafîkê de şehîd ketin. Nasnameyên herdû hevalên me wiha ne;

Nasnav: Berxwedan Rojhilat

Nav û Paşnav: Egîd Tîmur

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn / 2’ê Îlonê 2018’an

*****

Nasnav: Şêrko Botan

Nav û Paşnav: Qadir Uçar

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Sadiq

Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn / 2’ê Îlonê 2018’an

Hevalê me Berxwedan Rojhilat weke her Kurdekî welatperwer êşên ku gelê Kurdistanê dijiya ji kûr de hîs kir, li hember dagirkeriyê di temenê xwe yê ciwan de cihê xwe di nav refên berxwedanê de girt û bû xwedî sekneke şoreşger. Di demên herî zehmet yê şer de di qadên herî zehmet de her tim di mewziya herî pêş de çalakvanî kir. Heval Berxwedan her tim xwe perwerdekirin û pêşketin di xwe de avakirinê de xwedî xwestek û îrade bû û bi vî awayî pêşketinên mezin ên ji bo gihandina kesayeta şoreşgerî di xwe de derxist holê. Heval Berxwedan di her qada ku gelê Kurd bû xwedî têkoşîn, herî dawî jî xwest bi berpirsiyartiyên xwe yên ku bi şoreşa Rojava re derket holê rabibe. Heval Berxwedan ku li Rojavayê Kurdistanê di her pêngava ku li hember terorîzmê hat lidarxistin de cihê xwe girt, herî dawî li navçeya Sirîn bi rêheval Şêrko Botan re dema ku li ser karekî bû di encama qezaya trafîkê de şehîd ket.

Rêheval Elî Rizgar ku ev du meh in li Qamişlo tedawiya ji ber nexweşiya dil û birîndariyên xwe yên Efrînê didît, di dîroka 4`ê Îlonê de, ruxmê hemû destwerdanan jî nehate rizgarkirin û şehîd ket. Nasnameyê hevalê me wiha ye;

Nasnav: Elî Rizgar

Nav û Paşnav: Emrah Dede

Navê Dayikê: Sultan

Navê Bav: Behrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 4’ê Îlonê 2018’an

Rêheval Elî ji sala 2014`an ve li gelek cîhên Rojavayê Kurdistanê li hember terorîzma DAIŞ`ê, li Til Hemîs, Til Berak, Serêkaniyê, Hesekê û Dêrazor têkoşîn meşand, herî dawî jî iîhê xwe di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de girt. Rêheval Elî bi tecrubeyên xwe yên şer û wêrekiya xwe di demek kurt de di asta fermandariya tabûr de erk girt û meşand. Her tim, bi sekna xwe ya dijwar a li hember dijmin û sekna xwe ya rêzdar û mutewazî li hember rêhevalên xwe, bû mînakek di nav hevalên xwe de. Pirsgirêkên xwe yên tenduristî tu caran ji xwe re nekir astengî, ji bo her erk û berpirsiyartiya ku jê dihat payîn amade bû. Heval Elî yê ku di demek kurt de di xwe de guhertinên mezin çêkir, bi nirxên ku li şoreşê zêde kir wê her tim ji alî rêheval û gelê xwe ve were bibîr anîn.

Em hevalên xwe yên ku şehîd ketine bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Em soz didin heya ku em azadiya ku her tim bû xewn û xeyalên van şehîdan pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.ʺ

(kc)