Fransa rêjîma Sûriyeyê hişyar kir

Fransa got heger rêjîma Sûriyeyê bi çekên kîmawî êrîşî parêzgeha Idlibê bike dê ew jî navendên rêjîmê bike hedef. Her wiha Amerîka tekez kir ku ew rewşa Ildibê ji nêz ve dişopîne.

Fransa rêjîma Sûriyeyê hişyar kir
6 îlon, 2018   12:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Artêşa Fransa Fransoa Lokoanter tekez kir ku heger rêjîma Sûriyeyê bi çekên kîmawî êrîşê Idlibê bike dê hêzên wan jî bargehên hêzên rêjîma Sûriyê bike hedef.

Fermandarê Artêşa Fransa Fransoa Lokoanter ji gurupek biçûk ji rojnamevan re diyar kir ku ew ê di dawiya meha Mijdarê de dê çeteyên DAIŞ`ê tune bikin.

Girêdayî mijarê Serokê Amerîkayê Donald Trump dema ku bi Mîrê Kiwêt El-Şêx Sebah El-Ehmed El-Sebah re li Qesra Spî civiye got ew ditirse ku li Idlibê komkujî çêbibe. Her wiha destnîşan kir ku cîhan û DYA`yê rewşa Idlibê ji nêz ve dişopînin.

(bx)