Îsraîlê dergehê Îrîz ê Xezayê girt

Îsraîlê dergehê Îrîz ê taybet ji bo hatûçûna kesan ku bi Xezayê ve tekane dergeh e, girt.

Îsraîlê dergehê Îrîz ê Xezayê girt
5 îlon, 2018   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê girtina dergehê Îrîz ê tekane bi herêma Xezayê ve ku taybet ji bo hatûçûna kesan e, ragihand. Her wiha piştrast kir ku dergeh heta ziyanên bi wê bûne bêne sererastkirin, dê girtî bimîne.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hejmareke filistîniyan bi keviran êrîşî avahiya dergehê kiriye û di encamê de ziyan bi dergehê bûne.

Deverên sînor di navbera herêma Xeza û Îsraîlê de ji 30'yê Adarê ve rastî xwepêşandanên filistîniyan tên û li hemberî hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê derdikevin.