Yekitiya Beyteriyên Reqayê hate avakirin

Beyeteriyên herêma Reqayê konfereya xwe ya yekemîn li dar xist û yekitiya xwe ava kir

Yekitiya Beyteriyên Reqayê hate avakirin
4 îlon, 2018   16:53

REQA

Kongre bi sponseriya Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca pêşxistina beşê sewalan û avakirina Yekitiya Beyteriyan hate li darxistin.

Di kongreyê de, hejmarek mezin ji beyeteriyên bajarê Reqayê amade bûn.

Di kongreyê de, mekanîzmeya pêşxistina beşa sewaldariyê hate nîqaşkirin. Di vê derbarê de beşdaran pêşniyarên xwe anîn ziman. Avakirina navendên beyeterî û dermanxaneyên sewalan, her wiha saziyên taybet bi kontrokirina êm di nava pêşniyaran de bûn.

Endamê Komîteya Amadekar a Komîteya Berhemên Sewalan Munzur Xelef axivî û got, "Armanca me ji kongreyê pêşxistina beşa sewalan, her wiha çawaniyê çareserkirina pirsgirêkên ku di vî aliyê de derdikevin."

Di dawiya kongrê de ji bo çavdêriya dermanên beyterî  komîteyek ji 8 beyteriyan hate avakirin. Hevserokên komîteyê Xedîca Ebdullah û Fadî Xelef Ebdulah in, endamên wê (Ebdulqadir Şibilî, Osman Mihemed, Îbrahîm Îsmaîl Seyîd, Mehmûd Eker, Mihemed Qenîn û Ebdulrehman Qetan) in.

Her wiha pilansaziya demên pêş hate derxistin. Ji wan, alîkardayîna bi beşê tenduristî û pêşxistina rola xizmetguzarî ya giştî û xizmetguzariya beyetî, parastina ekolojyayê , her wiha parastina sewalan ji nexweşiyan û peydakirina cureyên ên ji bo sewalan.

Yektiya Beyteriyan dê piştî 6 mehan civîna xwe ya duyemîn li dar bixe da ku rêziknameyê nû bike.

ANHA