Cotkarên herêma Cizîrê ditirsin berhemên wan telef bibe

Cotkarên herêma Cizîrê ji bo demsala çandiniyê ya nû, di nav amadekariyan de ne. Cotkaran dest bi xirbalkirina tovan kiriye lê ji ber barana kêm cotkar ditirsin ku berhemên wan telef bibin.

Cotkarên herêma Cizîrê ditirsin berhemên wan telef bibe
Cotkarên herêma Cizîrê ditirsin berhemên wan telef bibe
Cotkarên herêma Cizîrê ditirsin berhemên wan telef bibe
3 îlon, 2018   07:05

RUBA EL-ELÎ / QAMIŞLO

Herêma Cizîrê ji deverên herî pir, li ser asta Sûriyeyê, genim û ceh hildiberîne. Her wiha kalîteya van berheman herî baş e. Ji ber guncawbûna rewşa hewayê û başiya axê, her sal ji rêjeya ji sedî 60 heta ji sedî 80 ji qadên çandiniyê bi van hilberînan tên çandin.

Cotkarên herêma Cizîrê ji serê meha Îlonê heta serî meha Cotmehê de dest bi amadekariyên çandina her du berhemên genim û ceh dikin.

Cotkar bi riya werşeyên taybet tovan amade dikin.

Cotkar û xwediyê werşeya amadekirina tovan ê ji bajarê Qamişlo Mihemed Ibrahîm diyar kir ku ew her sal û di van deman de û ji bo pêşwazîkirina sala çandiniyê ya nû tovan amade dikin. Lê ji ber barîna baranê ne di dema xwe de, tov gelekî zirar dît.

Mihemed Ibrahîm destnîşan kir ku ew îsal ji ber gelek astengiyan zehmetiyan dikişînin û ditirsin ku berhem telef bibe. Ibrahîm texmîn kir ku ji ber çandina qadên çandiniyê bi genim û ceh, metirsiyên cotkaran ji telefbûna berhemê kêmtir bike.

(şx)

ANHA