‘Divê rewşenbîrên şoreşgerî pênûsa xwe li hemberî polîtîkeyên Tirkiyê rake‘

Rewşenbîrên herêma Cizîrê gotin, êrîşên ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê li ser Kurdistanê nasnemeya gelê Kurd dike hedef û bang kirin ku divê rewşenbîrên şoreşgerî deng û pênûsa li hemberî polîtîkeyên dewleta Tirk rakin.

‘Divê rewşenbîrên şoreşgerî pênûsa xwe li hemberî polîtîkeyên Tirkiyê rake‘
3 îlon, 2018   05:48

EHMED SEMÎR – ÎBRAHÎM EL-EHMED / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran û hemû çekên giran êrîşên xwe yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dikirin. Li hemberî van êrîşan hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê bêdeng in.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker rastî nerazîbûnan ji aliyê şêniyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ve tê.

Rewşenbîrên herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin û tekez kirin ku Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze nasnameya gelê Kurd tune bike, her wiha rola rewşenbîran, bi taybet ên Kurd di teşhîrkirina binpêkirinên Tirkiyê de tekez kirin.

Êrîşên li ser Başûr ne tiştekî nû ye

Endamê Yekîtiya Rewşnbîrên herêma Cizîrê Ciwan Îbrahîm, balkişand ku dewleta Tirk dijminahiya gelê Kurd û hemû, gelên Rojhilata Navîn e û got, dewleta Tirk xwe li ser kuştin, talankirin û qirkirina gelan ava kiriye û wiha dom da axaftina xwe, "Êrîşên ji aliyê rêjîma Erdogan ve yên li ser Başûrê Kurdistanê tenê partî yan tevgereke sînordar nake, lê hemû gelê Kurd û Kurdistanê armmanc digire."

Îbrahîm anî ziman ku, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ne tiştekî nû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Tirkiyê ji beriya 30 salan ve bi lihevkirinên bi rêjîmên Iraq, Îran û Sûriyê êrîşî gelê Kurd dike, her çiqas nakokiyên wan hebin jî, li ser kurdan dibin yek."

Ciwan Îbrahîm, her wiha bêdengiya hikûmeta Iraq û navdewletî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ev tişt anî ziman, "Ne mafê dewletekî ye ku êrîş, netew û mezhebekê bike, Kurd ji beriya bi dehhezar sal li ser axa xwe ya dîrokî jiyan dikin û çand û nasnameya xwe parastine."

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de, bang li gelê Kurd û hemû rewşenbîran kir ku binpêkirinên dewleta Tirk teşhîr bikin.

Kurdek li kuderê be, dewleta Tirkiyê wê dike hedef

Rewşenbîr Subhî Ehmed ji aliyê xwe ve diyar kir ku desthildariya Tirkiyê dijminahiya gel Kurd dike, naxwaze ku Kurd nefesa azadiyê bistîne, Kurdek li kuderê be, heke kurd welatekî li ser heyvê an jî li Afrîqyayê ava bike, dê Tirkiyê dê hilweşîne.

Subhî Ehmed, bi bîr xist ku dewleta Tirk bi hemû awayan destek da komên çete û ew derbasî Rojava kirin da ku gelê Kurd li Efrîn û Kobanê têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Beriya demekê min serdana Bakurê Kurdistanê kir, tiştkên ku li wir rû dan min bi çavê xwe dîtin, kurdekî nikare dengê xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rake, ji ber ku Tirkiyê zulm, kuştin û kiryaranê ne mirovî der heqê wan de pêk tîne û êrîşî çand û kevneşopiya kurdî dike."

Ehmed her wiha  erka rewşenbîran a li hemberî binkirinên Tirkiyê destnîşan kir û got, divê her rewşenbîrek şoreşgerî pênûsa xwe li hember dewleta Tirk rake.

Subhî Ehmed di dawiya axaftina xwe de got," Gelê Kurd di sedsala 21‘an de gavên ber bi rizgarkirinê ve avêt. Ji bo azadiya gelê xwe me gelek şehîd dane, her çiqas Erdogan bixwaze roniya me vemirîne nikare, ji ber ku roniya me dîsa vêdikeve. Li ser vê esasê divê her rewşenbîrek binpêkirinên dewleta Tirk belge bike û ji raya giştî re ragihîne."

ANHA