Mamosteyên Şedadê perwerdeya bîrdozî dibînin

Bi armanca nasandinê jinê bi erk û peywirên wê yên civakî, Koordînasyona Jin a Kantona Hesekê dewreyek pewerdeya bîrdozî ji mamosteyên navçeya Şedadê û gundewarên re wê vekir.

Mamosteyên Şedadê perwerdeya bîrdozî dibînin
1 îlon, 2018   15:19

HESEKÊ

Dewreya perwerdeyê dê 15 rojan bidome. Bi deham mamoste tev li dewreyê bûn.  

Di dewreyê de waneyên li ser erk û peywirên jinê di civakê de, çawaniya danûstandin bi zarokan û waneyên li ser zanista jin dê werin dayîn. Perwerde dê rojane 4 saetan dewam bike.

Endama Koordînasyona Jin a Kantona Hesekê Jînda Ehmê diyar kir ku armanca wan ji van dewreyan ew e ku jin karibe xwe bi rêxistin bike û bi zarok û civakê re danûstandinê bike.

Ji aliyê xwe ve mamosteya bi navê Samiya El-Yûsif tekez kir ku jin bi hewcedariya van waneyan e, ji ber ku ew di dema tarîtiya rêxistinên tundrew de jiyaye.

Têkildarî mijarê perwerdekaran daxuyaniyek ji raya giştî re xwendin. Di daxuyaniyê de perwerdekaran girîngiya jinê di civakê de û rola wê ya sereke destnîşan kirin û her wiha  ji bo bilindkirina asta jinê ya hizrî û xuyakirina wê weke jinek hilberîner û avaker bang kirin.

(şx) 

ANHA