‘Êrîşên li ser Kurdistanê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê wate dikin’

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma da zanîn ku di nava şerên dewletên dagirker de 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê wate dimîne û tekez kir ku êrîşên li ser Kurdistanê wateya Roja Aştiyê pûç dike.

‘Êrîşên li ser Kurdistanê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê wate dikin’
1 îlon, 2018   09:34

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Di sala 1939’an de Neteweyên Yekbûyî di destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn de 1’ê Îlonê wek Roja Aştiyê ya Cîhanê îlan kir.  Lê di salvegera 79’an a 1’ê Îlonê de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şer didome.

Der barê mijarê de, hevseroka Rêxistina Mafên Miorvan a Herema Cizîrê Evîn Cûma ji ajansa me re axivî.

Evîn Cûma di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şer û dagirkeriya Kurdistanê û wiha got: “Berjewendiyên dewletên navneteweyî şerê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn kûrtir dike. Ew nêzîkatiyên dewletan şerê heyî ber bi aştiyê ve nabin. Mixabin rojake wiha girîng di cîhanê de aştî û aramî tune ye. Li ser Kurdistanê bi dehan salan e şer û alozî heye. Di nav wan şer û aloziyan de rojane mirov tên qetilkirin û birîndar dibin. Windakirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê armanca aştiyê pêk nayne. Li dijî hemû şêwazên nemirovî hêzên navneteweyî bê deng dimînin. Ew bêdengî jî wateya Roja Aştiyê ya Cîhanê pûç dike.ʺ

‘Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrîşkaran re’

Evîn di berdewama axaftina xwe de dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bi bîr xist û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê bi hemû şêwazên qirêjî didome. Bajarê Efrînê ku hemû pêkhate di nav xwe de hembez kiribûn û bi rengê aştî, aramî dijiyan, hat hedefgirtin. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk 58 rojan berxwedanê dom kir û ew berxwedan îro li Şehbayê jî didome. Di êrîşên hovanê yên dewleta Tirk a dagiker de mafên mirovan hatin binpêkirin. Di heman demê de, bi guhartina demografîk ku îro tê kirin, mafên mirovan tên binpêkirin. Li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê û binpêkirina mafên mirovan, dewletên navneteweyî bê deng dimînin. Ew bêdengî tê wateya hevkariya bi êrîşkaran re.ʺ

‘Bidawîbûna şerê li Kurdistanê Roja Aşitiyê wê were pîrozkirin’

Evîn Cûma got windakirina aştiye di Rojhilata Navîn û Kurdistanê re cihê xemginiyê ye û wiha pê de çû: “Dewletên navneteweyî mafên kurdan tu carî neparastine. Bi armanca bindestî û nenaskirinê hemû li hev dibin yek. Di dagirkeriyê de rojeke wiha aştî nayê pîrozkirin. Ew roja aştiyê ji bo Kurdan bê wate dimîne. Heger ew şerê heyî bi dawî bibe û gel bi aramî, aştî bijî, wê demê roja aştiyê dê wateya xwe ya resen bigire.”

Di dawiya axaftina xwe de Cûma Evîn bang li hemû sazî û hêzên navneteweyî kir ku êdî şerê heyî, dagirkeriya dewleta Tirk li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi dawî bikin da ku Roja Aştiyê ya Cîhanê were pîrozkirin.

ANHA 

.