Li bazara Sêgur her tişt peyda dibe û erzan e

Sûka Înê ya bajarokê Sêgur ji ber peydabûna hemû madeyan û bi nirxên guncaw, meqseda tekane ya şêniyên e. Her wiha sûkê gelek derfetên kar ji  şêniyan re peyda kirin.

Li bazara Sêgur her tişt peyda dibe û erzan e
Li bazara Sêgur her tişt peyda dibe û erzan e
Li bazara Sêgur her tişt peyda dibe û erzan e
Li bazara Sêgur her tişt peyda dibe û erzan e
Li bazara Sêgur her tişt peyda dibe û erzan e
Li bazara Sêgur her tişt peyda dibe û erzan e
31 tebax, 2018   08:52

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Li bajarên herêma Cizîrê gelek sûkên gelêrî yên heftane belav bûne. Her sûkek navê xwe ji rojên hefteyê digire. Li hin deveran du caran sûk vedibin.

Sûka bajarokê Sêgur ê girêdayî navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê roja înê deriyên xwe vedike. Sûk ji ber guncawbûna buhayan bûye meqseda şêniyan.

Sûk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji aliyê 4 bazirganên sewalan ve ava bûye.

Tevî firotina sewal û motorsîklêtan, hemû cureyên sebze, fêkî, madeyên xwarinê, cilên nû û kevn û hemû pêdiviyên malan li sûkê peyda dibin.

Welatiyê bi navê Xanim Xelef El-Ehmed yek ji avakerên sûkê ye, wiha got: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ez û tevî 3 bazirganên din me sûk ava kir."

El-Ehmed diyar kir ku sûk di destpêkê de tenê sûka sewalan bû. Lê piştî peydabûna derfetên kar gelek beş di sûkê de vebûn û sûk berfireh bû.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Taha Şêx Ibrahîm ê ji şêniyên navçeya Amûdê diyar kir ku ew ji bo kirîna pêdiviyên malê her roja Înê serdana sûka Sêgur dike ku bi navê Sûka Înê tê naskirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Xelîl ji bajarokê Zergan diyar kir ku di van rojên dijwar de û ji ber guncawbûna buhayan, bi hezaran şênî serdana sûkê dikin.

(şx)

ANHA