Mizgefta Ibrahîm El-Xelîl ji nû ve hat vekirin

Komîteya Olî ya Kantona Girê Spî piştî bidawîkirina xebatên restorekirinê, mizgefta Ibrahîm El-Xelîl a li taxa Eyn Erûs jî nû ve vekir.

Mizgefta Ibrahîm El-Xelîl ji nû ve hat vekirin
Mizgefta Ibrahîm El-Xelîl ji nû ve hat vekirin
Mizgefta Ibrahîm El-Xelîl ji nû ve hat vekirin
30 tebax, 2018   14:44

GIRÊ SPÎ

Çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku kantona Girê Spî dagir kiribûn de, ne tenê sivîl dikirin hedef, her wiha deverên pîroz û yên îdbadetê jî ji binpêkirinên wan nefilitîn.

Mizgefta Îbrahîm El-Xelîl jî di nav de hatibû wêrankirin û tiştên tê de hatin dizîn û talankirin.

Komîteya Olî ya kantona Girê Spî di nava 4 mehan de xebatên sererastkirina mizgefa Îbrahîm El-Xelîl bi dawî kir û îro jî bi merasîmekê mizgeft cardin vekir.

Nûnerên Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî, endamên rêveber ên saziyên sivîl ên kantonê û şandeya Komîteya Olî ya Kantona Kobanê û bi dehan şênî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê rêveber ê Komîteya Olî Ismaîl Îdan, oldarê mizgefta Elî Bin Ebî Talib Mesûd Mihemed û hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axivîn û vekirina mizgeftê li şêniyên kantonê pîroz kirin û ji bo bicihanîna vê xebatê spasiya Komîteya Olî kirin.

Her wiha axaftvanan binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê der heqê cihên olî de û bi taybet mizgefta Ibrahîm El-Xelîl destnîşan kirin û diyar kirin ku ev kiryarên DAIŞ'ê tekez dikin ku tu têkilyên wan bi Islamê û mirovahiyê re tune ye.

Kesên axivîn tekez kirin ku xebatên tamîrkirina cihên olî berdewam in.

(şx)

ANHA