Jinên Efrînê: Dem, dema serhildanan li hemberî dagirkeriyê ye

Jinên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, binpêkirinên dagirkeriya Tirk li hemberî jinan şermezar kirin û bang li rêxistinên jinan û hiqûqnasan kir ku mudaxeleyê bikin û rê li ber wan binpêkirinan bigirin.

Jinên Efrînê: Dem, dema serhildanan li hemberî dagirkeriyê ye
30 tebax, 2018   06:24

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker kirinên xwe yên nemirovî der heqê sivîlên Efrînê de didomîne. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve artêşa Tirk bi dehan jin û jinên ciwan revandine û destdirêjî kirine. Her wiha ji bo serbestberdana jinên revandî fidyeyê dixwazin.

Di 22'yê Tebaxê de videoyek di nav malperên medya civakî de hate belavkirin. Jinek bi navê Isra Yûsif Xelîl a 19 salî di videoyê de axivîbû û gotibû ku ew zewicî ye û bi darê zorê û bi tehdîda çekan, ji aliyê fermendarê Lîwaya Sultan Silêman El-Şah ê bi navê Ebû Emşe ve yê girêdayî çeteyên dagirkeriya Tirk, rastî destdirêjiyê hatiye.

Her wiha di 23'yê Tebaxê de Firqet El-Sultan Murad a girêdayî çeteyên artêşa Tirk keça bi navê Ayşe Abdulnasir a 20 salî ji taxa El-Mehmûdiye revandibû û piştî wê Ayşe li hemberî 5 milyon lîreyên Sûriyeyê serbest berdan.

Girêdayî mijara binpêkirinên dagirkeriya Tirk der heqê jinên Efrînê de welatiya bi navê Fatme Xelîl wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker rojane sivîlan direvîne û dikuje. Kirinên artêşa Tirk ji zîhniyeta qirêjî ya Erdogan tê. Divê dewletên ku mafên mirovan diparêzin rê li ber van binpêkirinan bigirin."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Canda Silêman destnîşan kir ku Efrîn ji herêmên herî ewle û aram bû. Lê piştî kirinên artêşa Tirk Efrîn veguherî herêma ku herî zêde rastî terorê tê.

Têkildarî heman mijarê welatiya bi navê Hûriyê Mihemed diyar kir ku kirinên artêşa Tirk li Efrînê hemû pîvanên mirovî binpê kirin. Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk rojane bi dehan sivîlan direvînin û dikujin. Her wiha Hûriyê tekez kir ku armanc ji van binpêkirinan, şikandina vîna gelan e ku tepeserkirinê qebûl nakin.

(şx)

ANHA