Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde

Piştî rawestandina ji ber zirarên ku ji ber topbarana hêzên rêjîmê gihaştine mehleca pembo, niha mehleca bajarê Hesekê ji bo pêşwazîkirin û vepirandina mewsîma pembo di nav amadekariyan de ye. Tê zanîn ku hêza mehlecê digihîje 50 hezar tonan.

Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
Mehleca pembo ya Hesekê dê ji nû ve pembo hilde
29 tebax, 2018   07:35

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Mehlce pembo ya bajarê Hesekê ji bo wergritina hilberîna pembo ya îsal di nav amadekariyan de ye. Ev bû salek rêveberiya mehlecê (kargeh), alavan sererast dike û alavên nû bi lêçûneke nimûne gihaşt milyonek dolar amade dike.

Salek di nav amadekariyan de

Di hevpeyvînek bi ajansa me re endamê rêveber ê mehleca pembo Raman Abdulxefûr wiha got: "Me û bi hevkariya belênderên xwedî tecrube, di seriya meha Tebaxa 2017'an de mehlec tamîr kir. Di destpêka vê salê de me amadekariyên xwe bi dawî kirin û niha em dikarin bibêjin ku mehlec ji warê fenî de amade ye."

Test serkeftî derbas bû

Rêveberiya mehlecê ê di meha Gulanê de mehlec bi awayekî ezmûnî xebitand. Ji bo testkirina amadekariya alavên vepirandinê, 30 ton pembo di alavan re derbas kir.

Endamê rêveber diyar kir ku amadekariyên mehlecê dê di demên pêş de bi dawî bibin.

Li gorî Raman Abdulxefûr hêza kargehê digihîje 50 hezar tonan. Tevî ku hêza mehlecê ya giştî 82 hezar ton e.

Tê payîn ku mehleca pembo dê hilberîna pembo ji cotkaran di destpêka meha Cotmehê de wergire.

Di nav amadekariyên mehleca pembo ya bajarê Hesekê de ji bo pêşwazîkirina hilberînên cotkaran li ser asta bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê, hilberîn di metirsiya telefbûnê ji ber belavbûn nexweşiyan re rû bi rû maye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên rêjîmê di Adara sala 2014'an de mehlec topbaran kiribû, di encamê de gelek ziyan gihaştin mehlecê.

(şx)

ANHA